Bi hinceta ku Pinarê gotiye 'Ne poşman im' ceza!
10:37
JINHA
STENBOL - 3. Dadgeha Asliye Ceza ya Dîdîmê li ser îfade û daxuyaniya polîsan bi îdîaya "heqaret li polîsan kiriye" 14 meh cezayê girtîgehê da hunermend Pinar Aydinlar.
Endama Meclîsa HDP'ê û hunermend Pinar Aydinlar, bi îdîaya "Heqaret" li polîs kiriye rastî 14 meh cezayê girtîgehê hat. Pinar Aydinlar di 22'ê Tebaxa 2015'an de ji bo kesên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane bibîr bîne li navçeya Didim a Pinarê konser pêk anî. Di konserê de polîs Huseyin Eken serlêdana sûc kir û îdîa kir ku Pinarê "heqaret li wan kiriye" Bi îdîaya Pinarê haqaret kiriye doz hat vekirin. Lê ji ber ku delîl û belgeyên Polîs Huseyin Eken tune bû wekî şahid polîsên bi navê Cahit Helveci û İlyaz Ozmeral nîşan dan.
Li ser îfadeya polîsan dadgehê ceza da.
Piştî Dozgerê Komarê yê Dîdimê doz vekir, 3'emin Dadgeha Asliye Ceza ya Dîdîmê jî bi îdîaya "hakaret" li polîsan kiriye der barê Pinar Aydinlar de 14 meh ceza birî.
(kom/rc)