Ji mêrên ku Ferîde revandin cezayê girtîgehê

13:39

JINHA

KONYA – Ahmet Aydin jina bi navê Ferîde revand û êrîşa îstîsmara zayendî lê kir. Doza ku Ahmet Aydin têde dihat darizandin, di runiştina biryarê de ji bo 5 kesên ku dihatin darizandin cuda cuda ceza hat birîn. Ahmet Aydinê ku Ferîde revand jî 36 sal û 6 meh ceza girt. Kesê bi navê Savaş jî 33 ceza girt. Jinên li ber edliyeyê daxuyanî dan û gotin; “Doza Ferîdeyê jinan qezenc kir.”

Ahmet Aydin, kesê bi navê Savaş û yên alîkarî dan wan û Ferîde revandin û êrîşa zayendî ya sîstematîk lê kirin, hatin darizandin û biryara runiştinê îro li Edliyeya Eregliyê hat dîtin. Dadgehê ji bo 5 kesan beyî ku ceza daxînin cezayên cuda cuda dan.

Bi tevahî 69 sal ceza birîng

Li gorî vê ji bo Ahmet Aydin 36 sal û 6 meh ceza hat birîn. Li kesê bi navê Savaş jî 33 sal ceza hat birîn. Ji bo kesên ku alîkarî dan wan; Şehrîbanê 9 sal, ji bo Umît 2 sal, ji bo Sultanê 2 sal û 15 roj ceza hat birîn.

‘Doza Ferîdeyê jinan qezenc kir’

Jinên ji bajarên cuda ji bo piştevaniya Ferîdeyê hatin, li ber edliyeyê daxuyanî dan û gotin: “Doza Ferîdeyê jinan qezenc kir. Hemû sûcdaran cezayên herî giran girtin. Di encama têkoşîna me de li ti kesî cezayê daxistinê nehat dayîn. Bijî piştevaniya jinan.”

Çi bibû?

Ferîde di 18’ê hezîrana 2015’an de ji aliyê Ahmet Aydin û çar mêrên din ve hatibû revandin û rastî êrîşa zayendî hatibû. Ferîde dema hatibû revandin ji hevalên xwe re peyam şandibû û li ser vê hevalên Ferdîdeyê çibû polîs. Polîs gotibû ‘bi daxwaza xwe çûye’ û tiştek nekiribû. Li ser vê li ser çapemeniya civakî bi etîketa #FerideNerede kampanya hat destpêkirin û çalakî pêk hatibûn. Di encama kampanyayê de Ferî de di 20’ê Hezîranê de li Edeneyê li gundekî hatibû dîtin. Ahmet Aydin û mêrên din piştî îradeya li dozgeriyê hatibûn girtin.

(sy\hu))