Doza rojnameger Şermîn Soydanê taloqî 30 îlonê kirin

15:21


JINHA

COLEMÊRG - Rûniştina doza nûçegîhana DÎHA’yê Şermîn Soydanê li Colemêrgê hat dîtin û dadgehê doz taloqî 30’ê îlonê kir.

Nûçegîhana DÎHA’yê Şermîn Sodyan di operasyonên qirkirinê yên dewletê ya li Geverê dabû destpêkirin de nûçeya bi ser navê ‘Ji bo Geverê belgeya operasyona veşarî’ çêkir. Li ser vê nûçeyê Şermîn di 14’ê Gulanê de li Wanê dema nûçe dişopand hat binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê têkildarî doza Şermînê de îdianame amade kir û ji aliyê 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran ve hat qebûlkirin. Doza Şermînê Îro li Colemêrgê hat dîtin. Şermîn li ser SEGBIS'ê tevlî runiştinê bû û xweparastin red kir.

Dadgehê doza Şermînê taloqî 30’ê Îlonê kir.

Li gel Şermînê Hevserokê Kizilayê Fadil Alçîçek jî di heman dosyayê de hati bû girtin. Fadil bi biryara serdozgeriya Colemêrgê hat berdan.

(zyd/hu)