Ji bo parlementerên HDP’ê 5 îdianameyên cuda

16:32

JINHA

EDENE - Serdozgerê Komarê yê Edeneyê der barê hevserokên giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û Wekîla HDP'ê ya Edeneyê Meral Danış Beştaş ji ber axaftinên wan heta 5 salan ceza tê xwestin û 5 îdianameyên cuda hat vekirin û radestî dadgehê hatin kirin.

Piştî destnedana wekîlên HDP'ê hat rakirin li pey hev doz der barê wekîlan de tên vekirin. Fezlekeyên der barê hevserokên giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û Wekîla HDP'ê ya Edeneyê Meral Danış Beştaş hatin amadekirin, aşndin Serdozgerê Komarê yê Edeneyê. Di çarçoveya lêpirsîna ji hêla dozgeriyê ve hat destpêkirin de, der barê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de her yek ji wan îdianameyek, der barê Meral Daniş Beştaş de 3 jî îdianame hatin amadekirin.

Heta 5 salan ceza bo Selahattîn tê xwestin

Lêpirsîna ku ji hêla Serdozgerê Komarê yê Edeneyê ve te bi rêvebirin, axaftina Selahattîn Demîrtaş a di 15'ê cotmeha 2011'an de di kongreya BDP'ê ya Edeneyê de kiriye û dirûşmên di kongreyê de hatine berzkirin wekî sûc hatin dîtin. Di îdiamaneyê de hat gotin ku Selahattîn ji bo îfadeyê nehatiye û "propagandaya rêxistinê kiriye" ji salekî heta 5 salan îdianame hat amadekirin û radestî 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê hat kirin.

Der barê Fîgen Yuksekdag de 301 doz hatin vekirin

Di îdianameya der barê Fîgen Yuksekdag de hat vekirin de axaftina Fîgen de di 12'ê cotmeha 2015'an li Qada Ugur Mumcu der barê Komkujiya Enqereyê de kir wekî sûc hat dîtin. Di îdianameyê de hat gotin ku "Bi axaftinên xwe Gelê Tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, Meclisa Miletê Mezin a Tirkiyeyê, Hikûmeta Komara Tirkiyeyê û saziyên dewletê bi awayekî vekirî piçûk xistiye" û bi vê riyê sûc kiriye. Di îdianameyê de hat gotin ku ji ber ku Fîgen ji bo îfadedayînê nehatiye, li gorî xala 301/1 ji 6 mehan heta 2 salan ceza tê xwestin û îdianameya ku hatiye amadekirin radestî Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Edeneyê hat kirin.

Der barê Meral Daniş Beştaş de 3 îdianame

Serdozgerê Komarê yê Edeneyê der barê axaftinên Meral Daniş Beştaş ên di 14'ê cotemha 2015'an de li Parka Înonu der barê Komkujiya Enqereyê de kiribûn, dîsa axaftinên der barê xwerêveberiyên cewherî, parvekirinên der barê Murat Daşkan û Mahmut Can Çakir ên ji hêla polîsan ve hatin kirin jî wekî sûc hat dîtin. Ji ber her dozekî 3 dozên ji 6 mehat heta 2 salan ceza ji bo Meral tê xwestin.

Heke îdianame ji hêla dadgehê ve bên qebûlkirin, dê der barê Selahatîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û Meral Daniş Beştaş de doz bê vekirin.

(dt/zt)