400 kes bi pêkanîna OHAL’ê di bin çavan de ne

09:02

Sarya Gozuoglu/JINHA

AMED –Endama Komîsyona Hiqûqê ya DBP’ê Gulya Koca Ozturkoglu binçavkirina hevşaredarên DBP û endamên PM’ê nirxand û got ji 15’ê Tîrmehê û vir de hewl didin daneyên têkildarî binçavkirin û binpêkirinan de berhev bikin û got 250 serdegirtinên malan hatine kirin û 400 welatî di bin çavan de ne.

Endama Komîsyona Hiqûqê ya DBP’ê Gulya Koca Ozturkoglu binçavkirina hevşaredarên DBP û endamên PM’ê nirxand û destnîşa kir ku ji 15’ê Tîrmehê û şûnde li herêmê li hemberî Kurdan êrîşan bê navber berdewam kiriye.

Gulayê bi lêv kir ku binçavkirin, girtin û înfazên li dijî gelê Kurd ti car neguheriye û got: “Desthilatdariyê bi OHAL’ê re di bin navê demokrasiyê de hewl da faliyetên xwe rewa bike. Bi OHAL’ê re pêvajoya binçavkirinê bû 30 roj. Maf hatin astengkirin. Biryara veşariyê anîn ser dosyayan. Bi salan bû li ser gelê Kurd bêhiqûqî dihat meşandin û bi OHAL’ê re rewabûn hat qezenckirin.”

250 serdegirtinên malan 400 binçavkirin

Gulayê da zanîn ku ji 15’ê Tîrmehê û vir de hewl dane daneyên têkildarî binpêkirinên mafan û binçavkirinan de berhev bikin û got heta niha 400 welatî hatine binçavkirin. Gulayê got her wiha bi ser 250 malî de hatiye girtin û got: “Em têkildarî kesên hatine binçavkirinê de agahiyan nagirin. Sedema binçavkirinê nabêjin. Bi destura dozger du sê rojan carê em dikarin bibînin. Ev pêkanîna bê usul hîna didome.”

Bîlançoya ji 15’ê Tîrmehê heta niha wiha ye:

Tevaghiya girtin û binçavkirinan: 619

Endamên PM’ê: 118

Hejmara endamên girtî yên PM’ê: 21

Yên hîna di bin çavan de ne: 2 endamên meclîsê

Hejmgara girtiyan: 21 hevşaredar, 4 endamên meclîsê

(hu)