‘Hemû hewldanên desthilatdariyê ji bo mezinkirin mêr e’

09:02

Gulfidan Ataman/JINHA

STENBOL-Parêzer Dîren Cevahîr Şeng diyar kir ku jinên parastina cewherî dikin, parastina rewa fêdeyê nagirin û got: “Mêrên serbest tên berdan qetilkirinan berdewam dikin. Hemû hewldana desthilatdariyê ji bo mezinkirina mêr e û li ser navê parastina pêkanînên mêr xwe heyî dike.”

Bi Biryarnameya Hukma Qanûna hejmar 671’ê (KHK) 38 hezar kes ji girtigehan tê tehliyekirin. Di çarçoveya şîdeta li ser jinê de kesên ceza girtibûn ger ji xalên ‘ji qestî kes kuştinê’ an jî ‘ji qestî birîndarkirinê’ nehatibin darizandin wê bên tahliyekirin. Girtîgeh tê valakirin û wê qetilkirinên jinan jî zêde bibin. Parêzer Dîren Cevahîr Şen got qanûna wek efûyê anîne rojevê zayendperest û navendibûna mêre.

Dîrenê got qanûn ji bo mêran hatiye kirin û wiha got: “Jinên ji bo jiyana xwe biparêzin parastina cewherî dikin. Hemû qanûn ji bo pergala dewletê mêran tê kirin. Hemû hewldanên dewletê ji bo mezinkirina mêre. Li navê parastina pêkanîna mêr xwe heyî dikin.”

'Mêrên dijminê jinê di nava me de digerin’

Dîrenê got ji bo jinên parastina cewherî dikin mafê parastina rewa nayê dayîn û ev jî di esasê de mînaka dijminahiya li dijî jinê ye. Dîrengê got jinên parastina cewherî kirine bêhêle ji mafê parastina rewa fêdeyê bigirin, di çarçoveya efûyê de nayê nirxandin. Dîrengê got: “Ev mînaka dijminahiya jinê ye. Lê kujer, tecawizkar, di nava me de digerin.”

‘Jin ji bo mafê jiyanê tê kuştin’

Dîrenê bi lêv kir ku bi berdana girtiyên edlî wê qetilkirinên jinan jî zêde bibin û got: “Jinên parastina cewherî kirine ne kujerin. Ev jin di navbera mirin û jiyanê de tecrihê dikin. xwedî li jiyana xwe derdikevin. Divê ji mafên xwe yên parastina rewa fêdeyê bigirin. Ji ber ku tehdîdek mirinê li hember wan heye.”

(odk/hu)