Ayşegul Kocaaslan: Em li pişt daxwaz û metna xwe ne

09:02

Manolya Bulut/JINHA

ÎZMÎR – Sekretera Jinan a Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê Ayşegul Kocaaslan ji ber ku di mîtînga 8’ê Adarê de metna ku daxwazên jinan dianî ziman xwend, têkildarî wê de lêpirsîn hat vekirin. Ayşegulê got: “Desthilatdarî li şûna ku daxwazên me gundar bike me ceza dike. Em dest ji daxwazên xwe bernadin. Emê li mafê xwe bigerin.”

Têkildarî Sekretera Jinan a Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê Ayşegul Kocaaslan ji ber ku di mîtînga 8’ê Adarê de metna ku daxwazên jinan dianî ziman xwend lêpirsîn hat destpêkirin. Ayşegula ku di metnê de daxwazên aştî, azadî, ewlehiya kar û mafê jiyanê anî ziman, bi ‘propagandaya rêxistînî’ tê sûcdarkirin û lêpirsîn ji aliyê mufetîşên Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî dimeşîne.

‘Mîtîng bi destura Walitiyê pêk hat’

Aşeygulê got Platforma Jinan a 8’ê Adarê, sendîkayên cur bi cur, partiyên siyasî û rêxistinên jinan têde cih digirin û bi armanca daxwaz bên ziman me ev mîtîng pêk hat. Ayşegulê got: “Min metna hevpar xwend. Mîtînga me bi destura Walitiyê pêk hat. Ti pirsgirêk nehat jiyîn.”

'Ez li pişt metnê me’

Ayşegulê got: “Sûcdarî û êrîş li dijî jinane. Walitiya Îzmîrê têkildarî min de lêpirsînek vekir. Niha îfada min tê xwestin. Têkildarî naveroka metnê de ji bo min sûcdarî tên ziman. Em wek Platform li pişt metnê ne. Me li wir daxwaza aştiyê anî ziman. Me têkildarî pêşîgirtina şîdeta li ser jinê tiştên divê bên kirin anî ziman. Me daxwazên xwe ji AKP’ê re anî ziman. Bêguman ew jî muxatabê me ye.”

Ayşegulê got desthilatdarî li şûna ku guh bide daxwazên me lêpirsînan vedike û ew wê serî li rêyên hiqûqî bide.

(hu)