Ji bo Selamet Yeşîlmen û zarokên wê serlêdana suc
11:29
JINHA
MÊRDÎN - Parêzerê Selamet Yeşîlmen a ji aliyê hêzên dewletê ve li Nisêbînê li ber mala xwe hate qetilkirin, Medenî Ayhan serî li Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê da û der barê Serokomar Serokwezîrê demê, qeymeqamê Nisêbînê, waliyê Mêrdînê û hemû rayedarên dewletê de gilî kir.
Dayika 5 zarokan bi nave Selamet Yeşîlmen a li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê roja 13'ê cotmeha 2015'an li taxa Koçera dema ji xaniyê xwe yê jor de dadiket ji hêla polîsan ve hat qetilkirin. Zarokên Selamet Sevcan a 9 salî ji çavê xwe û kurê wê Fikret jî bi giranî birîndar bûbû. Parezerê malbatê Medenî Ayhan der barê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû, Qaymeqamê Nisêbînê, Waliyê Mêrdînê, Wezîrê Karê Hindur Efkan Ala, Serfermandar Hûlûsî Akar û hemû rayedarên dewletê yên li bajer de ji bo gilî bike serî li Serdozgeriya Cûmhûriyet a Nisêbînê da.
Di serlêdana sûc a parêzerê Selamet de hat diyar kir ku dema Selamet ji ber ku nan li malê nema bû diçe tenûrê û ji bo êm bide ajalên xwe li ser pêlekanên mala xwe ya li ser kolana Çag Çagê dikeve ji hêla kobrayê ve tê gulebaran kirin û ev tişt hat nivîsandin: "Li ser kobra yên zirxî çeka bi lazerê tiştên zindî tespît dike raste rast gulebaran dike. Ev çek bombeya jî davêje. İnsan, ajal ferk nîn e. Dema tiştekî zindî bi kamereya termal dibîne ew çeka li ser kobrayê bi awayekî otomatîk dide ber guleya. Dema Selamet tê gulebaran kirin laşê wê tije gule û perçeyên şarpnel dibe. Deme zarokên Selamet dixwazin dayka xwe bikşînin hindur ew jî tên gulebaran kirin. Ev gulebaran kirin 45 deqeya didome. Cîranên Selamet jî dema tê alîkariya wê ew jî tên gulebaran kirin. Keyayê taxê dema bang li ambûlansê dike jî xebatkarên ambûlansê dibêjin 'em nikarin werin cihê buyerê'. Li ser vê gotinê Selamet bi alên sipî ji taxê tê derxistin û piştî buyerê saetek şûnd radikin nexweşxaneyê."
(kom/zt)