Dadgehê gazî 8 parlementerên HDP’ê kir
09:40
JINHA
AMED - 8 parlementerên HDP'î yên ji 'Doza Bingehîn a KCK'ê ya Amedê' tên darizandin piştî rakirina mafê destnedayînê ji hêla heyeta dadgehê ve ji bo beşdarî danişîna dozê bibin hatin gazîkirin.
Doza 192 siyasetmedarên kurd tê de tên darizandin a di 2009'an de bi navê KCK'ê hatibû destpêkirin, dê 21'ê îlonê li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. Siyasetmedarên wekî; Çaglar Demirel, Osman Baydemîr, Dîrayet Taşdemîr, Selma Irmak, Ahmet Yildirim, Besîma Konca, Alîcan Onlu û Nadîr Yildirim jî ji vê dozê dihatin darizandin. Lê piştî ku 8 siyasetmedarên navborî wekî parlementer hatibûn hilbijartin darizandina wan hatibû rawestandin û dosyaya wan hatibû veqetandin. Piştî ku mafê destnedayînê yê parlementerên HDP'ê hat rakirin, heyeta dadgehê ji bo îfadeyê wan bigire gazî her 8 parlementerên HDP'ê kir û ji wan xwest heta danişînê ji bo ifadedayînê amade bin.
(zt)