Jinên mafê parastinê bikaranîn çima nayên tahliyekirin?
09:01
Zehra Dogan/JINHA
STENBOL- Di çarçoveya OHAL’ê de ji ber pêkanîna serbestiya bi kontrol gelek mêran fêde girt û jinên ku mafê xwe yê parastina cewherî bikaranîn hîna di girtîgehan de ne. Nûnera Giştî ya Platfoma Emê Kuştinên Jinan Rawestînin Gulsum Kavê diyar ki rku feraseta mêr ya darazê berdewam dike û got ew dixwazin daxistina ceza ji bo jinan derbasdar be.
Piştî 15’ê Tîrmehê di çarçoveya OHAL’ê de ji ber pêkanîna serbestiya bi kontrol gelek mêran fêde girt û jinên ku mafê xwe yê parastina cewherî bikaranîn hîna di girtîgehan de ne
Nûnera Giştî ya Platfoma Emê Kuştinên Jinan Rawestînin Gulsum Kavê diyar kir ku jinên ku mêrên şîdet li wan kirin, kuştin û niha di girtîgehê de nayê tehliyekirin û got ev newekheviyek mezine. Gulsumê da zanîn ku daraz daxistina ceza ji bo jinên kul i dijî mêrên şîdet li wan dikirin parastina cewherî pêk aniye, pêk naynin û got: “Tenê ji bo Çîlem Doganê rewş guherî. Çareyeke din ya jinan a li dijî şîdetê namîne. Ji ber vê mêran dikujin.aliyekî xurte û bi rojan şîdetê dike. Jin jî ji ber di tengasiyê de dimîne serî li vê rê dide. ji ber vê jî bila daxistina ceza ji bo jinan pêk bê û ne ji bo mêran.
‘Bila bi ti awayî mêr fêdeyê negire’
Gulsumê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew dixwazin di ti şert û mercî de mêr ji serbestiya bi kontrol fêdeyê negirin û cezayê wan çibe bila bikişînin.
(hu)