'Bi OHAL’ê re maf tên astengkirin’

09:28

Sarya Gozuoglu/JINHA

AMED – Parêzer Gulşen Ozbekê diyar kir ku bi OHAL’ê re maf tên atengkirin û got ev rewşa ku li gelekqadên jiyanê xwe dane der, bi binçavkirin û rewşa li girtîgehan xwe daye der.

Parêzer Gulşen Ozbekê diyar kir ku bi OHAL’ê re mafên sereke bi tevahî hatine binpêkirin û wiha got: “Vê rewşê xwe lig elek qadên jiyanê da der. Lê ya herî zêde di binçavkirin û li girtîgehan hatiye dîtin.”

'Hemû pêkanîn li dij hiqûqê ne’

Gulşenê da zanîn ku bi biryarnameya hukma qanûnê re pêvajoya binçavkirinê derketiye 30 rojî û got di 5 rojên ewil de jî biryara kêmkirina hevdîtina bi parêzeran re hatiye û wiha got: “Rewşên ku çima 30 rojî di bin çavan de tê hiştin an jî çima 5 rojan bi parêzeran re hevdîtinê nekarin bikin, ku hîna nehatiye tespîtkirinê, raste rast rewşa biryargirtinê tê jiyÎn. Di encama vê de jî rewşên li dij hiqûqê tên jiyîn. Aliyê herî xerab jî eve ku 5 rojan merciya parastinê tevlî lêpirsînê nabe. Her wiha pêşî lê tê girtin ku ev pêvajoya binçavkirinê bê kontrolkirin ku li gor hiqûqiye, bê kontrolkirin. Mekanîzmaya kontrolê bi tevahî ji holê rabûye. Parêzer nekare tespît bike ku binçavkirin bi awayekî hiqûqî hatiye kirin an na. Ji ber van sedeman divê em bînin ziman ku hemû pêkanîn li dij hiqûqê ne.”

‘Piştî îfade tê girtinê jî pêvajoya binçavkirinê didome’

Gulşenê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku tevî k udi gelek dozan de îfadeya kesan hatiye girtin sewqî dadgehê nehatiye kirin û wiha got: “Di rewşa normal de îfade tê girtin û piştî îfadeyê sewqî edliyeyê tê kirin. Divê demildest sewqî dadgehê bêkirin. Tevî vê israr dikin ku 30 roj tije bibe. Hemû dozger jî wekê ku divê 30 rojên xwe temam bikin û 5 rojan bi parêzeran re hevdîtinê nekin, tevdigerin. Ev bi tena serê xwe li dij hiqûqê ye.”

(hu)