Doznameya edîtora me Zehra Dogan bi dawî dibe - HATE NÛKIRIN

JINHA

MÊRDÎN - Doznameya edîtora JINHA'yê Zehra Dogan ya ku li Nisêbînê bi hinceta "endama rêxistinê ye" hat girtin, bi dawî bû. Yekemîn rûniştina doza Zehrayê wê di rojê pêş de bê dîtin.

Edîtora me Zehra Dogan li navçeya Nisêbîna Mêrdînê piştî 14'ê adarê 'qedexeyê derketinê' hat îlankirin, bi mehan nûçe şopand. Zehrayê di 21' Tîrmehê de bi hinceta îfade derbarê wê de heye hat binçavkirin. Li dadgehê piştî îfadeyê wê bi hinceta "endama rêxistinê ye" hat girtin.

Yekemîn rûniştina doza Zehrayê tê payîn di rojên pêş de li 2.yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê bê dîtin.

(rc)