Li Îzmîrê êrîşî parêzeran kirin bi dehan binçavkirin
14:23
JINHA
ÎZMÎR - Komek parêzerên endamên ÇHD'ê yên binçavkirina parêzeran şermezar kirin rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan di êrîşê de gelek parêzer binçav kirin.
Endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ya Îzmirê xwestin binçavkirina parêzerênk li Antalyayê şermezar bikin û daxuyanî dan. Parêzerên ku li ber Edliyeya Îzmirê kom bûn, xwestin daxuyaniyê bidin. Parêzeran daxuyaniya “Em ji 1974'an heta niha bêdeng nebûn û em bêdeng nabin" vekirin. Dema parêzeran daxuyanî da, polîsan bi hinceta OHAL'ê êrîş pêk anî. Di mudaxaleya polîsan de nêzî 25 parêzer bi lêdanê hatin binçavkirin. Parêzerên hatin binçavkirin bê navber siloganên “Zext me bêzar nakin" û “ÇHD ne bi tenêye" berz kirin. Parêzerên hatin binçavkirin birin nexweşxaneyê.
Hin parêzerên hatin binçavkirin wiha ne:
“Ayşegul Karpuz, Emre Durukan, Îhsan Can Akmara, Semîh Taşcan Ruken Aslan, Berrîn Esin Kaya, Gul Kîreç Kaya, Huseyin Yildiz, Hatice Kiliç, Cemal Erdem, Şule Hazal, Zuhre Dalkiran, Umît Îzmîrlî, Çagla Deniz Felamur, Cemal Dogan, Nalan Ozbek Akin, Ozan Balim, Alîhan Piyan, Emel Dîrî, Hasan Eren, Erdogan Akdogdu û Serdar Guntekin.”
(zt)