Dosyaya Emîreya li Nisêbînê hat qetilkirin hat rawestandin!
09:05
JINHA
MÊRDÎN – Malbata Emîre Gok ya di dema qedeya Nisêbînê de bi du guleyan hat qetilkirin, doz vekiribûn, lê doz hat rawestandin. Malbatê xwestin ku guleyên Emîre qetilkirine, ji ku hatine û ji aliyê kê ve hatine hîn bikin lê ji raporên otopsiyê encam negirtin û dos hat rawestandin.
Li Nisêbîna Mêrdînê di cara 6’emîn di 14’ê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hat Îlnakirin û di roja 6’emîn de 20’ê Kanûnê de li taxa Girnavas dayika 5 zarokan Emîre Gok ya 39 salî hat qetilkirin. Hevjînê wê Bîlal Gok diyar dike ku ew dixwazin hîn bikin ku gule ji aliyê kê ve hatiye barandin. Şahidê bûyerê diyar kiribûn ku polîsê li cadeya Îpekyolu raste rast gule barandine û gotin Emîre bi hedef girtinê hatiye qetilkirin.
Malbatê doz vekir ku kê gule barandiye. Hevjînê wê Bîlal Gok got di encama otopsiyê de agahî nedane wan ku gule aydê kê ye. Bîlal got: “Emê heta dawiyê mafê Emîreyê biparêzin. Tenê daxwaza me eve ku bûyer bê ronîkirin û mafê me bê dayîn.”
‘8 mehe agahî nayê dayîn’
Hevjînê wê Bîlal wiha got: “Mîvanên me hebûn. Me çay vexwar. Piştre çûn. Ez jî derketim. 25 deqe şûnde li min geriyan û gotin Emîreyê jiyana xwe ji dest daye. Berê jî gule dihatin mala me. Gule ji dur ve hatibûn. lê negotin gule aydê kê ne.”
‘Em mafê jiyana Emîreyê dixwazin’
Bîlal di berdewamiyê de got di raporê de agahiyên ku gule ji kê ve hatiye nîne û got: “Me parêzer girt û doz vekir. Em dixwazin ev kes bên dîtin. Emê heta dawiyê mafê wê biparêzin. Em mafê jiyana wê dixwazin.
Dayika Emîreyê, Fîkriye Gok jî got dema keça wê hatiye qetilkirin li gel wê bûye û got: “Em li nêzî gundê Girnavas dijî. Deng ji Rêya Îpekê dihat. Polîsan gule dibarandin. Mala Emîreyê ji cihê bûyerê dur bû. Em li mala Emîreyê bûn. Got dayê dengê çekan tê. Ez berbi tenûrê diçûm. Got ‘ay dayê’ û deng jê nehat. Min mêze kir ku keça min pişta xwe daye dîwar. Ez çûm cem wê çavê wê hat girtin.”
‘Bila ev şer bidawî be’
Fîkriyeyê wiha dawî li axaftin axwe anî: “Piştî Emîreyê malbata wê belav bû. psîkolojiya zarokên wê xera bû. Bila xwedê heqê me ji wan re nehêle. Kezeba min şewitandin. Emrê min kurt kirin.5 zarokên wê hene. Wê kurê xwe bizewicandana.lê di dilê wê de ma. Xwezî ew gule bihata l imin biketa. Bila êdî ev şer raweste.”
(ekip/hu)