Li çar mamosteyên k udi 8'ê Adarê de wêne kişandin lêpirsîn

09:30

JINHA

AMED - 4 mamosteyên jin yên ku di bernameya 8'êAdarê ya ku ji aliyê Egîtîm Senê ve pêk hatiye de li ber wêneyên sê siyasetmedarên Kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin wêne kişandin, rastî lêpirsîna edlî û îdarî hatin.

Li Amedê ji 4 hezarî zêdetir mamosteyê ji ber aştî daxwaz kirin ji peywirê hatin girtin, niha berxwe didin ku vegerin peywira xwe. Ev ne êrîşa yekem ya li dijî mamosteyên Egîtîm Senê ye.

Di 2014'an de 4 mamosteyên jin yên ku di bernameya 8'êAdarê ya ku ji aliyê Egîtîm Senê ve pêk hatiye de li ber wêneyên sê siyasetmedarên Kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin Leyla Şaylemez, Sakîne Cansiz û Fîdan Doganê, wêne kişande û di çapemeniya civakî de parvekirine rastî lêpirsîna Edlî û piştre jî ya îdarî hatin. Wê demê ji aliyê cigirê Walî Remzî Kattaş ve hatin hedef girtin û lêprsîn adi mijdara 2014'an de hat destpêkirin re 12 saetan di bin çavan de man.

Îdiaya propagandaya rêxistinê

4 mamosteyê têkildarî wan de biryara girtinê hat dayîn, piştî dozger doz xera kir hatin berdan. 4 mamosteyên ku 2 salan gelek mexduriyet jiyan, di dadgeha k udi meha Hezîranê de pêk hat hatin berakirin.

(mm/hu)