ÎHD'ê îşkenceya li jina birîndar hatî kirin gilî kir
10:10
JINHA
AMED - Şaxa ÎHD'ê ya Amedê der barê berpirsiyarên ku îşkenceya ku li gerîllaya jin a bi birîndarî hat girtin, kirin, li Dozgeriya Komarê ya Amedê gilî kirin.
Li Tirkiye piştî OHAL hat îlankirin herî zêde binpêkirina mafan li Kurdistanê pêş ket. Herî zêde îşkence li Kurdistanê pêş ket. Polîsan li Geverê kurd li erdê dirêj kiribûn û gotibûn "Hûn dê hêza tirkan bibînin" û li kurdan îşkence kiribûn. Dîsa li Şirnexê Haci Lokman Bîrlîk qetil kirin û li erdê li pey panzêrê kaşkirin. Her wiha li Gimgimê gerîllaya YJA Starê Kevser Eltürk (Ekîn Van) tazî kiribûn û teşhîr kiribûn. Herî dawî Gerîllaya jin a YJA-Starê ya li Şemzînana Colemêrgê di şer de birîndarî hat girtin rastî îşkenceyê hatibû. Leşkerên ku li gerîllaya PKK'ê îşkence kirin di medyaya civakî de dîmenê wê parve kirin.
ÎHD'ê gilî kir
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (İHD) a Amedê li dijî vê dîmenê li Dozgeriya Komarê ya Amedê der barê vê dîmenê de gilî kir û xwest lêpirsîn bê kirin. ÎHD'ê xwest yên dîmen parve kirine wêne kişandine û îşkence kirine de lêpirsîn bê destpêkirin û doz bê vekirin.
(kom/rc)