Leyla Îmret derket pêşberî dozgeriyê
16:56
JINHA
ŞIRNEX - Yekemîn rûniştina doza Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret de hatî vekirin hat dîtin. Salih Yîgît ku dihat gotin li ser Îmret îfade daye diyar kir wî li ser Îmret îfade nedaye û polîsan bi zorê li wî daye îmzekirin.
Yekemîn doza ku bi hinceta, "propagandaya rêxistinê kiriye" û "yekitiya dewletê xerab kiriye" derbarê Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret de hatiye vekirin li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hat dîtin. Parlementerên HDP'ê yên Şirnex Aycan Îrmez û Ferhat Encu, malbata Leyla û parêzerên wê tevlî rûnistinê bûn. Di serî de pirsa hevpeyvîna di Vîce News a bi Îngilîzî weşanê dike ji Leyla hat pirsîn.
Leyla derbarê pirsa dadgehê de diyar kir ku nûçegihanê weşana Vîce Newsê hatiye bajêr pêre sohbet kiriye lê tiştên ku derbarê wê de hatine nivîsîn ne aîdê wê ne û wiha parastina xwe kir: "Min di hevpeyvînê de got ku divê carek din pêvajoya aştiyê were destpêkirin. Bi dawîbûna pêvajoya aştiyê re gelek mirin û pirsgirêk derketîne. Lê gotinên min gotin di nûçeyê de hatine guhertin."
'Bi zorê hin tişt bi min dan îmzekirin'
Kesê ku dihat îdeakirin li ser Leylayê îfade daye jî li ser SEGBÎS'ê tevlî rûniştinê bû û wiha axivî: "Min îfadeyek wiha nedaye. Ez Leyla Îmret tenê weke şaredar nas dikim. Min bi xwe dengê xwe daye Îmret. Di dema qedexeyê de ez hatim binçavkirin û rastî pêkanînên dijmirovî hatim. Di bin tundî û êrîşan de hin belge li min dane îmzekirin. Ez tişta ku dozgeriyê derbarê min de nivîsî û weke îfade nîşan dide qebûl nakim."
Dadgehê piştî parastina parêzerên Leyla, Nûşîrevan Elçî, Nûrûllah Şanli û Sertaç Ozkan, şerta," kontrola edlî" li ser Leyla rakir û doz taloqî 12'ê çileya 2017'an kir.
(kom/zt)