Wezîrê Dadê ji rewşa Sibel û Ergîn berpirsiyare

15:54

JINHA

ÎZMÎR – Heyeta ku çun serdana girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ê di gireva birçîbûnê de û Sibel Çapraz daxuyanî dan û diyar kirin ku di girtîgehên Tirkiyê de hiquq nîne..

Heyeta ku ji Federasyona Komeleyên Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD). Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Endama Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Aysel Tugluk pêk tê çûn serdana girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ê 5 roj in di greva birçîbûnê de ye û Sîbel Çapraz.

Piştî serdanê Hevseroka TUHAD-FED'ê ya Îzmîrê Seda Tanrikulu diyar kir ku şertên Girtîgeha Tîpa R a Menemenê ji bo Sîbel Çapraz baş nîne. Ergîn Aktaş jî li odeyên normal ên Tîpa R nayê sekinandin, şertên ku Ergîn di tê de ye gelek xirab e. Seda destnîşan kir ku girtiyên nexweş di bin kontrola Wezareta Dadê de terkî mirinê tên kirin û wiha axivî: "Wezareta Dadê ji şert û mercên girtiyan berpirsyar e. Em bang li Wezareta Dadê û hemû saziyên ku erka wan a kontrolkirina Tirkiyeyê heye dikin bihistyar nêzîk bibin."

Aysel Tugluk jî diyar kir ku pêkanînên li girtîgehan nemirovî ne, li girtîgehan polîtîkaya zilmê ketiye meriyetê tu caran hiqûq pêk nayê. Aysel bilêv kir ku divê girtiyên nexweş di şertên taybet de bên rayestandin di hucreyan de tên girtin. Aysel bilêv kir ku ew ê rewşa Ergîn û Sibel bibin CPT û saziyên navneteweyî.

Kom piştre ji ber girtîgehê veqetiya.

(zt)