Ji bo Sibel Çapraz a di greva birçîbûnê de cezayê disiplînê dan!

12:25

Oyku Dilara Keskin/JINHA

STENBOL - Rêveberiya girtîgehê cezayê dîsîplinê dan girtiya nexweş Sibel Çapraz ku ji bo mafê xwe biparêze ketiye greva birçîbûnê.

Endama Meclîsa Giştî ya Bajar a Colemêrgê ya DBP'î Sibel Çapraz ku bi birîndarî hat girtin û niha li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê girtî ye, ji bo mafê wê tê xwarin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Sibel a ku di 20'ê Îlonê de dest bi greva birçîbûnê kiriye, rastî cezayê dîsîplînê hat. Sibel di 27'ê Mijdara 2015'an de di meşên girseyî de ji aliyê polîsan ve bi guleyê hat birîndarkirin û piştre hat girtin. Sibel, heta niha 15 caran hatiye emeliyatkirin. Parêzera Sibel Eren Keskin, diyar kir ku ji ber Sibel ketiye greva birçîbûnê rastî cezayê dîsîplînê hat. Eren, da zanîn ku di nava şert û mercên giran de dimîne û hem jî ji ber mafê xwe diparêze rastî cezayê dîsîplînê tên.

(zt)