Eren Keskîn: Girtina qanalan di pergalên faşîst de heye

09:04

JINHA

STENBOL- Bi KHK’yan re 10 kanalên muxalîf hatin girtin. Parêzer Eren Keskînê têkildarî mijarê de nirxandin kir û got: “Desthilatdarî her aliyê ku ji xwe re wek astengî dibîne dixwaze bi OHAL’ê tine bike. girtina kanalan di pergalên faşîst de heye.”

Piştî hewldana darbeyê bi OHAL’ê re zextên li ser çapemeniyê zêde bûn. Rojname hatin girtin, xebatkarên wê hatin girtin û herî dawî jî televîzyonên muxalîf hatin girtin. Parêzer Eren Keskînê têkildarî mijarê de got: “Piştî hewldana 15’ê Tîrmehê bêhiqûqiyên mezin çêdibin. Mirov bi hincetên hêsan tên girtin. Li ser çapemeniyê zextên mezin hene.”

‘Peyman tine tên hesibandin’

Erenê di berdewamiya axaftina xwe de êrîşên li ser Ozgur Gundemê bibîr xist û got: “Bi televîzyonên zarokan re 10 televîzyon hatin girtin. Ev bêyî biryara dadgehê hatin kirin. Her cureyê bêhiqûqiyê dixin çarçoveya OHAL’ê. Desthilatdarî her kesê ji xwe re dibe asteng ji holê radike. Peymanên hatine îmzekirin jî tine tên hesibandin. Beyî biryara dadgehê kanalan digirin û ev jî di pergalên faşîst de heye.”

(odk-dyc/hu)