Ji Ozgecanê heta Ayşeyê divê qanûn bi awayekî objektîf bên pêkanîn

09:04

Rojda Oguz/JINHA

STENBOL– Qanûna li ser navê Ozgecan Aslanê ya têkildarî komkujiya jinan de hat derxistin, hîna di meclîsê de derbas nebibû li Mardînê jî bûyerek wisa hat jiyîn. Ayşe Akyuz li cihê êzingan a nêzî mala xwe bi şewitandinê hatibû qetilkirin. Parêzer Kamîle Arisoyê got di pergala heyî de ne qanûn, ya pêk tê bi pirsgirêke û got: “Divê nêrîna zayendî demildest bê terkirin, divê qanûnên ku wekheviya jin û mêr pêk tîne, divê mexdur ji zayend û nasnameya xwe serbixwe, bi awayekî objektîf pêk tîne pêk were.”

Xwendekara Zanîngeha Çag ya navçeya Tarasûsa Mersînê Ozgecan Aslan di 15’ê Sibata 2015’an de ji aliyê ajokarî mînîbusa lê siwar bibû de hat qetilkirin. Piştî komkujiyê hemû rêxistinên jinan ketin tevgerê û her sê kujerên wê bi cezayê muebetê hatin cezakirin. Piştî qetilkirina Ozgecanê li dijî qetilkirina jinan ‘Qanûna Ozgecanê’ ya ku ‘ demboriya sûcên êrîşa zayendî’ û ‘daxistina ceza’ pêşniyar kir bê rakirin derkte. Di salvegera mirina Ozgecanê de pêşkêşî TBMM’ê hat kirin.

Vê carê Ayşe bi heman rêbazî qetilkirin

Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê Ayşe Akyuz li taxa Sarincê di 24’ê îlonê de li nêzî mala xwe di cihê êzingan de qetilkirî hat dîtin. Heta ev qanûna Ozgecanê ya ku hikûmet bi sivikî digire dest wisa be wê pergala serdest jinan biparêze. Têkildarî vê qanûnê de Kamîle Arisoyê nirxandin kir.

‘Qanûn li gorî pîvanên civakî bi teşe dibe’

Kamîleyê diyar kir ku qanûn bi hinceta ku hinek îfadeyên di di metna pêşniyarê de li dij rêziknameya hundir ya Meclîsê ye ji aliyê serokatiya Meclîsê ve hatiye radestkirin û got: “Piştî ev îfade hatin derxistin şûnde dîsa pêşkî meclîsê hat kirin. Em geşedanan dişopînin. Pirsgirêk ne di qanûnên heyî de di tatbîkkirina qanûnan an jî di newekheviya li dijî zayendê de ye.”

Hesasiyeta li dijî Ozgecanê ger li Handeyê jî bihata nîşandan..

Kamîleyê diyar kir k udi cînayetên jinan de cudabûnkirinek heye û wek mînak jî Hande Kader ya trans nîşan da. Kamîleyê got: “ Di demên dawî de bi hewldanan saziyên civaka sivîl bûyera jina trans Hande Kaderê ku bi şewitandinê hat kuştin cih digire. Lê mixabin hesasiyet li dijî Hande Kader û kesên heteroseksuel yên hatin qetilkirin nehat nîşan dan. Ger xesasiyet bihata nîşandan wê encam bi hêvî bûna.”

‘Êrîşkarê bê ceza bê hiştin şîdetê berdewam dike’

Kamîleyê diyar kir ku pirsgirêk ne di qanûnan de di pêkanînên zayendperest de ye an jî ne di pêkanînanê de ye.Kamîleyê got: “Bi taybet kujer, êrîşkarên nayên cezakirin piştî tên berdan pêkanînên şîdetê berdewam dikin.”

Kamîleyê di berdewamiyê de destnîşan kir ku di cezayan de kêmkirina ceza, daxistina ceza pirsgirêkeke.

(mg/hu)