Li Erdîşê 31 kes hat girtin

14:51

WAN -Li Erdîşê ji 37 kesên ku hatin binçavkirin ku jin jî di nav wan de hebûn piştî ku derxistin dozgeriyê 6 kes ji wan hatin berdan û 31 kes jî hatin girtin.

Li Erdîşa Wanê di encama operasyonên ku di 17'ê mijdarê de hatin destpêkirin 37 kes hatin binçvakirin. 37 kesên ku di nav wan de jin jî hebûn piştî ku derxistin dozgeriya Erdîşê 6 kes hatin berdan û 31 kes jî bi hinceta "Endamên rêxisitnê ne û alîkarî dane rêxistinê" hatin girtin û şandin girtîgehê.
Di nav kesên hatin girtin de hat diyarkirin ku Miyeser Îştay û birayê parlamentera HDP'ê ya Wanê Tugba Heser, Saît Hezer jî hene.

Kesên ku hatin girtin navên wan wiha ne:
Gözaltına alınanların isimleri şöyle: Ayten Yardimci, Abdulmecît Beder, Halîl Yildız, Kenan Ultar, Îbrahim Tokay, Faruk Erçetîn, Ozkan Togal, Mahmut Bîlîcî,Yahya Polat, Mustafa Akyuz, Îsmaîl Îşleyen, Feyat Çelîk, Dîlan Yalçin, Engîn Yalçin, Yüksel Sari, Muhacir Koç, Necmettîn Bulut, Îbrahim Çîfçî, Gökhan As, Saît Hezer, Engîn Yumuşak, Azîz Yilmaz, Salîh Ergun, Nurettîn Denîz, Erdal Kaya, Ekrem Tokmak, Ahmet Denîz, Nurettîn Dînç, Nîhat Basooğlu, Mîyeser Îstay, Gultekîn ÎncÎ, M.Zekî Beder.