Enes A. yê ku istismara zayendî pêk anî hat girtin

10:36

ÎZMÎR - Enes A. li Mizgefta Yeşîl Çamlik ya navçeya Konakê li hember zarokek êrîşa zayendî pêk anî. Piştî zarok buyer ji malbatê re vegot Enes A. hat girtin.

Li navçeya Konaka Îzmîrê zarokê 9 salî dema diçû mizgefta Yeşîl Çamlikê ji aliyê Enes A. ve rastî êrîşa zayendî hat. Zarok piştî bûyerê ji malbatê re vegot, malbat ji bo gilîkirinê çûn gel polîsan. Li ser qamereyê nasnameyê Enes A. hat diyar kirin û girtin.

Enes A. piştî kar û barê li Emniyetê sewqî edliyeyê hat kirin. Enes bi biryarê girtinê ew şandin girtîgehê.