Li hember çek û bombeyan tilîliya jinan bi serket

09:16

Bêrîtan Canozer - Melîs Ilgaz / JINHA

AMED - Nebîla Çîçek li hember qedexe û dorpêçên ser Surê wiha got: "Carnan li kulanan duruşme berzkirin jî hêz dide cîranên me. Dema ku kolanên din dengê çek û bombe hatibana, bi tilîlî û duruşmeyan me dengê xwe bilind dikir."

Piştevaniya gelê navçeya Surê ya Amedê li hember gule, roket, şîdet û tacîzê her ku diçe bilind dibe. Gelê Surê li hember hemû êrîşan cardin cihê xwe terk nekirin û gotin, "Evder warê me ye. Ên ku me naxwazin bila neyên kolanên me", bi vî aweyî xwedî li mal û zarokên xwe dertên. Welatiyên ku neçar mane ji Surê derên jî rûxmî ku malê wan hilweşiya ye cardin vedigerin malên xwe. Nebîla Çîçek a ku taxê xwe terk nekiriye û alîkarî daye ku cardin cîranên wê werin û li malê xwe bi cih bibin axivî

'2 heyvin dewlet li hember me şer daye despêkirin'

Yek ji taxên herî zêde bûne bune hedefê êrîşan Fatîhpaşa ye. Nebîla Çîçek a ku ji taxê ye diyar kir ku rewşên tên jîn ji salên 90'an girantire û wiha got: "Me jî di salên 90'î jiyan kir. Ji ber tirsê em ê malên xwe terk nekin û zarokên xwe bê xwedî nehêlin." Nebîla da zanîn ku cîranên wê ên ji Surê çûne cardin vegerîne û dest bi tamîr kirina malên xwe kirine. Nebîla anî ziman ku ev du heyvin, dewletê li hember wan şer daye despêkirin û ji ber vê yekê jî ew nekarîne amedekariya xwe a zivistanê bikin.

'Me amedekariya vê zivistanê nekir'

Nebîla wiha pêde çû: "Me qet amedekariya vê zivistanê nekir. Em neçûn bazarê jî. Tenê me konserveyên xwe çêkir. Di nava pêvçûnan de jî em derdiketin û me nanê xwe a tendûrê çêdikir. Em çibikin ji tirsa li malê rûniştabana û weke dilê wan kiriba? Wîjdanê min vê yekê napejrîne. Ez jî dayîkim. Gelek ciwanên cîranan girtin û wan îşkence kirin. Lê çi bikin bila bikin me li berxweda û dê berxwedana me bidome."

'Em bi berxwedaniya xwe bi serketin û em ê bi serkevin'

Nebîla bi lêvkir ku ew bi tilîliyên xwe dengê çekan girtine û wiha berdewam kir: "Çek, tang û akrebên me nîne lê belê bi tilîlî, duruşme û tanekeyên xwe li kolanan me berxweda. Bi êrîşan xwestin me bidin tirsandin û revandin, lê kes ne revî, her kes ji bo piştevaniyê derketin kolanan."

(rc)