Bi jinan re rêwîtiya dîrok û Neolîtîkê
16:08
JINHA
AMED - Li gel ku jin li berihên Hilar gêriyan Doç Dr. Asli Ozdogan ji jinan re seminera binavê 'ji rojên Neolîtîkê heya niha' da.
Serokatiya Daîra Polîtîqaya Jinan ya giredayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi jinên xebatkar re berihên Hilar Erxanî geriyan û çûn Gêl ê seyrangihê. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, peywirdarê perwerdê yê Zanîngiha 18 Adarê ya Çanakkale, Seroka Kolandina yê Çayonu Doç. Dr. Aslidogan û gelek welatî tevlî gera seyrangihê bûn. Di bernama Parqa Seyrangihê ya Erxanî semînera' ji rojên Neolîtîkê heya niha' hat dayîn. Semîrnera ji aliyê Asli Ozdogan vê hatî dayîn berhemên destê jinan hat vegotin.
Semîner bi pirs û bersivan dawî bû.
Piştî semînerê jin li devêrên dîrokî yê Kolandina yê Çayonu û di derbarên cihên dîrokî de agahî girtin. Di bernameyê de herî dawî beriha Hilar hat gerandin. Seyrangiha Gêl ê dê bi gera keştiyê bi dawî bibe.
(dt/rc)