Giyayên ku ji gund kom dike li Surê difiroşe

09:09

JINHA

AMED - Rahime Tuna ku ji bexçê Turba Suleyman Şah Surê giya bi şîfa kom dike aboriya mala xwe pe dike. Rahime yê diyar kir ku divê di navbera karê biçuk û mezin de cudabûn nîne.

Esnafên jin yên li navçeya Sura Amedê li hember hemû êrîş û tundiyan xebatên xwe berdewam dikin. Jinên ku her çarşem ji navçeyên Amedê tên li bexçeyê Tirba Suleyman Şah giyayê bi şîfa kom dikin difiroşin û bi dahata giya dabara mala xwe berdewam dikin. Jina esnaf Rahime Tuna (46) ji gundê giredayî navçeya Çermûg ê giyayên çatir û beybûn kom dike û li bexçê Tirba Suleyman Şah difiroşe. Berî niha Rahime yê li Taxa Hasirli ya Surê jiyan dikir û ev 10 salin dabara mala xwe bi firotina giya berdewam dike. Qedeya li Surê hemû esnafan bandor kiriye.

'Giyayên ku ez ji gund kom dikim li Surê difiroşim'

Rahima ya bi salane giyayên bi şîfa kom dike, diyar kir ku hemû kiryar jê memnûn in. Rahime got ku ev kar jê re bi sûd û wiha berdewam kir: "Ez wek jinek, ev 10 sale vî karî dikim û bi vî rengî dabara mala xwe dikim. Gelek jin li vir dixabitin. Jin berhemên destê xwe difiroşin û ez jî giyayên ku li gunda kom dikim difiroşim. Ez giyayên ku kom dikim pir erzan difiroşim. Kiryar ji min gelek memnu in."

'Gava jin bixwaze dikare hertiştî bike'

Rahime da zanî ku jin piştgirî didin ê û ew jina teşvîkî kar dike û wiha axivî: "Karê jina tê asteng kirin. Bi rastî hemû jinên li vir ji bo ku dixwazin li virin. Eger hevjinê wan destur nedin jî ewê bên li vir bi xabitin. Bila hemû jin nebêjin 'hevjinê min destur nade ez bi xabitim û karek piçûke ez nakim.' Gava jin bi xwaze dikare di hemû kari de serkertî be."

Rahime dest nîşan kir ku ji xeynî çarşem û pênşemê li hemû deran firotinê dike û wiha axaftina dawî bir: "Gelek kiryar ji bo tiştên me di acibînin sparîş didin. Ez li vir di rûnim, tiştên xwe difiroşim û dabara mala xwe bi vî awayî berdewam dikim. Ez vî karî pêşniyarî hemû jinan dikim."

(dt/zt)