Ji jiyana reşmalên Menguran wêneyek

09:02

Şengar Biradost/JINHA

QENDÎL - Rêwîtiya koçerên êla menguran ji deşt û germyanan ber bi qontarên Çiyayê Qendîlê ve.

Di vê mehê de koçer ji wargihên xwe yên zivistan û biharan berê xwe didin zozanên bilind. Dema vedana konê reşe li wargehên bilind ber keviyên berfê û kaniyên ava sar. Êla Mengur jî jiyan û debara xwe ser koçeriyê dikin û weke koçerên her deverê her demsal warê wan ê demsalî hene. Zozanên êla Mengur jî pesarên Çiyayê Qendîlê ne. Ji rêwîtiya wan çend dîmen û wêneyên rengê jiyana wan nîşandidin. Jin dibêjin ku çuyna zozanan berektek mezine, ji ber li gel berhemên ji sewalên xwe digirin, ji xwezayê jî gelek pincarên bisud berhev dikin. Jinên ku bi rojan di vê rêwîtiyê de li gel zarokên xwe sewal û dewaran dimeşin dema disekinin jî amadekariyên xwarin û vexarinê dikin.

Ciwana binavê Mengur weha behsa destpêkirina rêwîtiya koçeriya wan a îsal kir: "Destpêkê em beriya 3 rojan sewalên xwe tînin çiyê, paşê em dest bi kişandina alav û konên xwe yê reş dikin. Rêka me gelek dirêje, em 9 demjmêran bi meşê diçin heya digin warê xwe. Navê warê me yê ku em bi salane tên li dimînin tengey sêman e."

Jina bi navê Pur Aman (70) ku tevahya temenê xwe bi koçeriyê ve derbaz kirî jî weha behsa jiyan xweya koçberiyê kir: "Seke jin erkek mezin dikeve ser milê me. Em sewalan di doşin û giyayên xwezayî jî berhev dikin ji bo zivistanê amadekarî dikin. Sala borî em diçun milê Rojhilat koçeryê. Em têkelî koçeriya rohilat dibûn, lê niha ji ber paygehên îranê em nikarin pir biçin milê sînor. Ji bo wê jî me konê xwe yê koçeriyê vecarê jî li pesarên Qendîlê daniye."

(zt)