'Ne yê min bîranînên berxwedanê li vir hene’

11:46

Medîne Mamedoglu/JINHA

JINHA

AMED – Jinên têkiliyek wan ya cuda bi Sûrê heye, diyar dikin ku ne tenê ji bo mal û kolanên xwe, wê ji bo xwedî li berxwedana dîrokî derketin desturê nedin TOKÎ’yan. Mikrîme Canli got: “Ne ku tenê bîranîn û malên me li Sûrê heye ku em dernakevin. Li her kolanê bîranînên ciwanan, meş, sohbet û berxwedana wan heye. Ji ber vê em bernadin.”

Qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûrê dikeve 7 mehên xwe. Ji 2’ê Kanûnê heta niha li beşeke mezin a navçeyê qedexe berdewam dike û gelê Sûrê di vegera ji bo navçeyê de bi biryare. Ligel planên cemawerîkirina lezgîn, master û emê Sûrê vegerînin Toledo, wezîrê derdor û bajarvaniyê Mehmet Hasekî diyar kiribû ku planên derbarê Sûrê de ji berê de hatine kirin û gotibû wê li navçeyê avahiyan çêbikin. Gelê navçeyê diyar dikin ku ew ne ku ji bo li malên bi hewş runin, ji bo xwedî li berxwedanê derkevin li taxê dijîn. Mirkîme Canli diyar kir ku ew naxwaze bîranînên berxwedanê berde û got rihê ciwanan hîna li vir e.

‘Sûr bîhna min e, ezê li TOKÎ çi bikim’

Mikrîme ya li Alîpaşayê dijî diyar dike ku ew tenê dikare li Sûrê bijî û got ew Sûrê bi TOKÎ’yan naguhere û wiha berdewam kir: “Piştî qedexe rabû ez hatim mala xwe. Ez 9 rojan ji mala xwe dur mam. Sûr cudaye. Li vir bereket heye. Ezê li TOKÎ çi bikim. Sûr bîhna min e. Bi zorê jî derxînin ez dernakevim.Çima Kurdan ji Sûrê, Cizîrê û cihên din derdixin hun dizanin? Ji ber ku li vir edelet, şewkat û cîrantî heye. Dixwazin vê bi me bidin şikandn. Çawa ku em berê sûrgun kirin, koçberkirin, îro jî dixwazin wisa bikin. Lê ez ne dest ji mala xwe, ne ji Sûrê û ne jî cîranên xwe berdidim.”

‘Ezê xwedî li bîranînên wan derkevim’

Mikrîmeyê bi lêv kir ku sedem ne tenê mala wê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di dema qedexeyê de min bi ciwanên berxwe didan re gelek dem derbas kir. Ezê li vir xwedî li bîranînên wan derkevim. Roja qedexe hat îlnakirin ez bi ciwanan re axivîm. Polîsan ji min re digotin derkeve. Min jî her tim heman bersiv dida. Ez diçûm mewziya ciwanan û bi wan re diaxivim. Ciwanan digot xwişkê ger ti ji vir dernakevî jî neyê cem me pevçûn derkeve wê tiştek bi te bê. Lê min got ez natirsim. Ez tenê 9 rojan ji vir dur ketim. Ew jî ji ber hevjînê min nexweş bû.”

Mikrîmeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew xwedî li mal û bîranînên xwe derdikeve û Sûrê terk nake û wiha pê de çû: “Li her kolanê bîranînên ciwanan hene. Meş û sohbetê wan hene. Çawa ev tine kirin, niha jî dixwazin bi îskanê vir tine bikin. Lê divê welatiyên li vir asteng bikin. Yê dema qedexeyê de ji vir derketin divê xwedî li van deran derkevin. Dema ez 9 rojan ji vir derketim, ez çûm deriyê Rihayê runiştim. Lê keçên min ez bi zorê birim. Dema hatim vir jî min mîndera xwe danî ber derê û ez li ber derê xwe runiştim.”

(hu)