Gelê Şirnexê li konan jiyana komîn dimeşîne

10:04

JINHA

ŞIRNEX – Li Şirnexê gelê ku li dijî komkujî û hilweşîna dewletê xaka xwe terk nake, di konên ku avakirine de jiyana xwe didomînin. Gelê Şirnexê di konên ava kirine de li dijî zextên dewletê berxwe didin û gotin: “Me serî li dijî dewletê netewand. Me berxwedêriya xwe ji zarokên xwe yên li kolanên Şirnexê şer dikin girtiye. Ya ku ew ji me dixwazin eve em li dijî dewletê serbilind bisekinin. Em jî ya ew dixwazin tînin cih.”

Li Şirnexê di 14’ê Adarê de bi qedexeya derketina kolanan re, gel neça rma malên xwe terk bikin û li kontarên bajaran kon vedan, jiyana xwe berdewam dikin. Gelê Şirnexê ku di konan de jiyana komun dimeşînin gotin: “Ti zexta dewletê nekare me çewisîne. Ev 102 rojin em li dijî zextên dewletê rû bi rû ne. Lê tevî vê me serî netewand. Ji vê saetê şûnde jî em serî natewînin.”

‘Zora dewletê diçe’

Fehîme Pusat ya di li kontarên Şirnexê kon vedaye got: “Em ne poşmanin ku hatine van konan. Bila kêfa dijmin neyê. Em kêfxweşin. Yekane xemgîniya me zarokên me yên li Şirnexê ne. Em li ser agir bin jî em nabêjin of. Em dizanin ku heta zarokên me yên bê tirs hebin, em ji kesî natirsin. Bi konên ku me li vir ava kirine, zora dewletê diçe. Em girêdayê xaka xwe ne. Em terk nakin. Ev jî windahiya herî mezin a dewletê ye. Zarokên me ji bo me têdikoşin. Em ligel wane. Em jî li vir têdikoşin. Piştî dewlet li Şirnexê têk çû êrîşê konên me kirin.”

‘Em serî natewînin’

Fehîmeyê got zarokên wan ji wan xwestine ku serbilind bisekinin û ev tişt anîn ziman: “Hêzên dewletê hatin cem me û xwestin em ji vir jî derkevin. Du roj berê polîsan bi ser konên me de girtin. Gotin ger hun dernekevin emê we bi konan re bişewitînin. Lê em li dijî wan sekinin, me berxwe da û em derneketin. Nahêlin xizmetên tenduristiyê jî bên konan. Armanca wan eve ku me têk bibin. Lê me serî li dijî van netewand. Me berxwedêriya xwe ji zarokên xwe yên li Şirnexê berxwe didin girt. Ew ji me dixwazin ku em serbilind bin. Em jî daxwaza wan tînin cih.”

‘Em jiyanek hevpar dimeşînin’

Fehîmeyê bi lêv kir ku di jiyana de kon de bi cînarên xwe re jiyanek hevpar dimeşînin û got: “Hewcedariya me ji kesî tine. Dema me konên xwe ava kir, me zehmetiyên mezin kişand. Kesî alîkarî neda me. Dîsa gelê me alîkarî da me. Me bi vî awayî cihê xwe çêkir. Em pezê xwe dibin diçêrînin. Şîrê xwe em bi hev re parve dikin. Em kevneşopiya gund berdewam dikin. yekane pirsgirêka me av e. Ew jî ji bo me ne pirsgirêke.”

(hu)