Koçer li hemberî bişavtinê çanda xwe li bajaran didin jiyandin
09:07
Fîlîz Zeyrek/JINHA
EDENE - Kurdên ku di salên 90'î de dibin zext û polîtîkayên dewletê de diman û bi zorê ji warên xwe hatin koçkirin, çanda xwe ya koçeriyê li hemberî hemû polîtîkayên bişavtinê li bajarên tirkiyê didin jiyandin. Jinên koçer ên ku koçî navçeya Seyhana Edeneyê bûne diyar kirin ku heya dawiyê dê li hemberî polîtîkayên dewletê li ber xwe bidin û çanda xwe bidin jîndin.
Dewleta tirk di salên 90'î de li ser kurdên Bakûrê Kurdistanê polîtîkayên bişavtan, înkar û tunekirinê da meşandin. Bi hezaran welatiyên kurd ji ber zext û zordariyên dewletê ji cih û warên xwe koç bûn û li bajarên mezin ên tirkiyê bi cih bûn. Koçerên ku li zozanên Kurdistanê ajalan xwedî dikirin çanda xwe kişandin metrepolên Tirkiyê. Jinên kurd ku veçirandina hîriyê wek kevneşopiyê berdewam dikin, bi hatina demsala havînê re çanda xwe didin jiyandin. Hîriyê ku diveçîrinin di serî de li ber devê avê dişon û piştre ji bo balîf û doşekan bikar tînin. Jinên ku bi veçîrandina hîriyê ve mijûl dibin diyar kirin ku dibe ji warên xwe hatibin koçkirin lê ew tu carî dev ji çanda xwe bernadin.
'Me piştî koçê jî çanda xwe berdewam kir'
Aliye Cîhangir (37) ji ber êrîşên dewletê jî Êlihê koçî navçeya Seyhana Edeneyê bû destnîşan kir ku di temenek gelek biçûk de bi malbata xwe re koç kiriye û wiha axivî: "Malbata min dema koç kir gelek rojên zehmet derbas kir. Taxa ku em lê bi cih bûn li hemberî me disekiniyan û gefan li me dixwarin. Piştre ji bo debariya xwe em di karê çandinê de xebîtin. Lê di karê çandinê de jî metingerî hebû. Me gelek didan xebîtandin û kêm pere didan. Piştî ku em li ser piyên xwe sekînin me dîsa wek berê dest bi karê xwedîkirina sewalan kir û çanda xwe ya koçeriyê da meşandin."
'Em dixwazin li ser axa xwe bijîn'
Aliyê anî ziman ku ew li ku der bin bila bibin ew ê çanda xwe ya koçeriyê dê bidin jiyanadin û wiha berdewam kir: "Ji ber teknolojî pêş ketiye welatî edî hîrî tercih nakin û balgîf û lihêfên îlyafê distînin. Lê ev ji bo em çanda xwe bidin jiyandin ne astengiye. Em wek berê hîriyên ajalên xwe diveçîrînin û karên xwe pê dikin. Jiyana bajarên tirkiyê wek yên Kurdistanê xweş nabin. Em dixwazin li ser axa xwe bijîn. Eger mirin bê jî bila li ser axa me bê. Çi ji me kurdan dixwazin. Gelo êdî hêza kurdan nabinîn. Kurd ne yên berê ne. Dema pêl mafê yekê tê kirin bi hezaran radibin li ser piyan û daxwaza mafê xwe dikin. Berê jî li ser kurdan zext hebû, kurd bi dawî nebûn û ji îro qet tune nabin û têk naçin."
'Hemû zehmetiyên kar jin dikin'
Gulê Başer jî li ser zehmetî û zordariyên karên jinan axivî û ev tişt got: "Karê li zozanan gelek xweş e lê ew qas jî zehmet e. Her çiqas karê ajaliyê wek mêr dikin bê dîtin jî jin wê karê dikin. Ji ber ku jin bêrîvaniyê dikin. Lê xwezî em li ser axa xwe bûyan bila me hemû karê zor û zehmet bikiraba."
(ho/rc)