Şirnexiyan berê xwe dan Cudî, Herekol û Besta
09:46
Aysel Işık/JINHA
ŞIRNEX – Piştî ku li Şirnexê qedexeya derketina kolanan hati îlankirin welatiyan berê xwe dan çiyayan. Welatiyan di konên li Cudî, Herekol û Besta vedane de jiyana komunê avadikin.
Welatiyên Şirnexê yên ku berê xwe dane çiyayan di konan de dijîn li benda vebûna Şirnexê ne. Yek ji gundên ku welatiyên Şirnexê lê kon vedane gundê Sîne ye. Welatiyên berê xwe dane çiyayên Cudî, Herekol û Besta di çiyayan de dest bi avakirina komunê kirine. Malbatên ku hema hema sê caran hatine koçberkirin li hember politikaya helandinê dibêjin: “Em mallbatên li vêderê mane hemu ji cara sêyane koçber dibin. Belê li ser axa xwe koç kirin gelek zore, lê dewlet nizane em kurd û jin çiqas şertên zor dibînin ewqas zêdetir bi doza xwe ve tên girêdan.
'Li ber çavê min li dayik û bavê min xistin'
Emîne Îke da zanîn ku her dem hêzên dewletê zilma xwe nişandane, li hemberî wê ji her dem kurdan xwe li berxwedanê pêçane û wiha domand: “Gundê min li bestabû. Di salên 90’an de dewlet ket gundê me. Bi şevê mêr da dixistin derve û me jin jî di malê de digirtin. Mirov bi zorê li helîkopteran siwar dikirin û bi failên kiriyar nediyar qetildikirin. Rojekê li ber çavê min leşkeran li dayik û bavê min xistin. Paşê jî bi daran li me xistin. Êdî me nekarî li ber xwe bidin em ji Besta derketin, em hatin gundê xwe yê niha em lê bicîhbûne Şîne bicîhbûn, pişti demekê dewlet hat bizorê em ji vêderê jî derxistin. Em hatin li navenda Şirnexê bicîhbûn. Me li wê jiyana xwe avakir, lê dewletê em ji wê ji derxistin. Carekdinê me berê xwe da gundê Sîne.”
'Em li çiyayan jiyana komunê avadikin'
Emîne wiha berdewam kir: “Li hemberî dewletê bi inat emê axa xwe bernedin. Bi salane dewletê her tişt anî serê me. Bi salane dewletê her tişt bi serê me anî. Em jî li hemberî wan inat dikin ku axa xwe bernadin. Her dem dewlet ser me politikaya helandinê dimeşîne. Em gelek zoriyan dibînin, lê pir jî bi hev ve tên girêdan. Emê ticarî vê dozê bernedin. Ji bo vê axê bi milyonan zarokên me şer kirin. Emê jî di van çiyayan de jiyana komunê avabikin.”
'Çiyayan bomba dikin'
Piroz Kartal jî bilêv kir ku dewlet di çiyayan de jî ji bo wan rehetiyê nahêle û wiha dom kir: “Dewletê bi zorê em ji gundê me derxistin. Me jî berê xwe da çiyayan. Lê li vê derê jî me rehet nahêlin. Ev hefteyeke van çiyayan bomba dikin, zarokên me ji tirsan narazin. Me bi derfetên xwe ew agir vemirand. Ruyê dewletê yê rastî eve, her derê dişewitîne û wêran dike. Ji bo wan inat emê ticarî pes nekin. Emê doza zarokên xwe bilind bikin.”
(zt)