Li Çiyayê Şengalê dirunxane ya jinan

09:01

Xensê Xidir – Delîla Axin /JINHA

ŞENGAL – Jinên li Çiyayê Şengalê di her aliyê jiyanê de xwe rêxistin dikin, niha ji dirunxane vekirin û bi xwe kincên xwe didirun.

Li Çiyayê Şengalê ji aliyê Meclisa Jinên Şengalê ve dirunxana jinan hat vekirin. Di dirunxanê de 10 jin dixebitin. Ji jinên di dirunxanê de dixebitin Sarê Raşo got: “Ji bo ku em karibin tevli xebatê bibin vekirina vê dirunxanê ji bo me gelek giringe.”

Dilo Raşo ji wıha axivî: “Daxwaza min ewe ku hemu jin bên li gori daxwazên xwe di nava karên civaki de cih bigirin yan jî tevlî nava refên YJŞ’ê bibin.”

Xoxê Dexîl jî got: “Ji bo pêşdebirina komunan vekirina dirunxanê gavek giringe. Ji bo ku em karibin malbata xwe xwedi bikin, divê em ji karên wiha despêbikin.”

Naîme Elyas jî got: “Em êdi bi xwe kincên xwe didirun. Ji bo me ev pêşketinek mezine. Di dema pêş de emê xebatên wiha hîn zêdetir mezin bikin.”

(zt)