'Ezê li ser xaka mayî kon vedim’
09:05
Şehrîban Aslan/JINHA
AMED – Piştî îlankirinên rêveberiyên xweser yên li Kurdistanê ji aliyê hêzên dewletê ve êrîşan dest pê kir. Yek ji van cihan jî navçeya Sûrê ya Amedê bû. Duriya Ayaz ya 23 sale li taxa Hasirli dijî wiha got: “Ez çûm min mala xwe dît. Ti tiştek nemabû. Dema qedexe rabe ezê biçim li ser xaka xwe kon vedim.”
Lig elek bajar û navçeyên Kurdistanê piştî îlankirina rêveberiyên xweser hêzên dewletê dest bi êrîşan kirin û bajar tine kirin, welatî jê derxistin. Gelê ku di salên 90’î de neçar man ji xaka xwe derketin diyar dikin ku vê carê heman tiştî nakin. Welatiyên bi zorê ji malên xwe hatin kirin, dest ji xaka xwe bernadin û nêzî herêmên xwe dibin.
Duriya Ayaz ya li taxa Hasirli ya Sûrê dijî diyar dike ku ev 23 sale li Sûrê dijî. Duriyeyê bi lêv kir ku ji ber bûyerên tên jiyîn neçar manej i malên xwe derketin û got: “Emderketin lê ev nayê wateya ku em venagerin. Piştî qedexe rabe emê dîsa biçin.”
'Ti hêz nekare min ji vir derxe’
Duriyeyê da zanîn ku hevjînê wê berê çend cara xwestiye xaniyê xwe bifroşe, lê destur nedaye û wiha pê de çû: “Min ji hevjînê xwe re digot ez ji vir naçim. Min destur neda firotina xanî. Hevjînê min jî dest jê berda. Ji ber pevçûnên hatin jiyîn û ezyetê dewletê em ji vir derketin. Dewlet ji bo berjewendiyên xwe Sûr şewitand û hilweşand.
'Ezê li ser xaka xwe ya mayî bijîm’
Duriyeyê da zanîn ku neçar maye ji Sûrê derkeve û got ev der cîhanek cudaye û gelê Sûrê ji cihên din cudatire. Duriyeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema diçûm cihekî mîvandariyê min mifteya xwe dida cîranan. Ez niha li Seyrantepeme lê ne wek Sûrê ye. Me piştgirî dida hev. Me pirsgirêkên hev parve dikir. Li vir tiştekî wisa tine. Ez dixwazim li ser xaka xwe bijîm.”
Ji bo şaredariyê bang
Duriyeyê di dawiya axaftina xwe de got çawa qedexe rabe wê biçe li ser xaka xwe kon vede û wiha got: “Ez ji şaredariyên me tiştekî dixwazim. Bila ji bo carekê kesên ji Sûrê derketine bînin cem hev. Min pir bêriya cîranên xwe kiriye. Carekî Qeymeqamtiyê gazî her kesî kiribû.”
(de/hu)