Li gundê Comlaşê hewcedarî bi pergala kanalîzasyonê heye

09:27

AMED –Li gundê Comlaşê ava kanalîzasyonê ya ji ber deriyan derbas dibe rê li ber nexweşiyan vedike. Jinên kul i gund dijîn ji ber vê yekê dixwazin ku pergala kanalîzasyonê bê çêkirin.

Li gundê Comlaş ya navçeya Licê ya Amedê jinan diyar kirin ku ew li gundê xwe pergala kanalîzasyonê dixwazin. Gundiyan diyar kirin ku ava ku di nav gunde derbas dibe bîhnek pîs die û ji ber vê jî nerehetin. Herî zêde jin di bin bandora vê de dimînin. Karên ku dikin ger yek be dibe çend heban. Jinan diyar kirin ku pirsgirêk ne tenê bîhna xerabe û got jin li devre dlîzin û ji ber vê jî bi tirsin ku wê bi nexweşiyê bikevin. Jinan diyar kirin ku gog û pêlîstokên zarokên wan hat tim dikevin avê û zarok bi rehetî nekarin derkevin derve.

Ava qirêj ya taxê dibe sedema mêş û kermêşan.

(şa/hu)