Zivên bi xwe çêdike li Eskîfê difiroşe

10:26

Filiz Zeyrek / JINHA

ÊLIH – Ayşe Eke ya ku karê çêkirina ziv dike, di atoliyeya vekirî de bi teşedayina zîv debara xwe dike got: “Ger jin bixwaze tişta neke nîne.”

Ayşe Eke ya ku karê çêkirina ziv dike, zivên di atoliyeya xwe ya Êlihê de teşe dayê li ser dezgeha xwe ya li Eskîfê vekirî difiroşe û bi wê debara xwe dike. Ayşe da zanîn ku ew weke berê qazanc nake û wiha domand: “Zîvê ku min bi destê xwe çêkirî li vêderê difiroşim. Ez sê sale ez bi karê çêkirina ziv ve mijul dibim, bi rastî jî pir ji dil vî karî dikim. Li Êlihê atoliyeya min heye, ez li gel xwişka xwe dixebitim. Heya ji destê me tê li gori daxwazên gel em dixebitin. Berê bi hezaran turist dihatin Eskîfê, niha bi qasi tiliyên destan jî nine. Esnaf jî weke berê qazanc nakin.”

Ayşe bilêv kir ku ew gelek ji dil karê xwe dike û wiha berdewam kir: “Divê mirov di her hunerê de cih bigire. Ji bo min jiyan dayina darekê, kevirekê yan ji zivekê gelek giringe. Taybetî ji huner gelek li jinan tê, huner û jin yeke.”

'Zayendiya xebatê diyar nîne'

Ayşe têkiliya ziv û hunerê jî wiha anî ziman: “Ez despêkê ziv li ser agir dihelinim, paşê dixim qaliban û paşê jî li gori dixwazim şêwe didimê. Ez despêkê modelan bi pênûsê xêzdikim, paşê ji ser ziv dinexişînim. Em kedek mezin didin, gelek zoriyan dibînin, lê gelek ji dil ji dikin. Dema ku bazinek jinekê kêfxweşdike, ev zêdetir hêza kar dide min. Ez dixwazim ser lingê xwe bisekinim û bi xwe jiyana xwe avabikim. Hinbuna tiştên nu min şanaz dike. Tişta li jinan tê bi xwe têkoşin dayine. Divê zayenda kar diyar nebe, her kes bixebite. Gelek kes li pêşiya karê min bun asteng lê min pes nekir, niha jî bêyi alikariya kesê ez bi xwe jiyana xwe avadikim.”

Ayşe destnişan kir ku ew ji bo bendava dê hemu dîroka Eskifê dibin avê de bihêle jî bi metirsidarin û wiha dom kir: “Em ji bo tinekirina dirokê gelek xemginin, diroka Eskifê ya hezari salane. Divê em desturê nedin bi xebatên bendavan û HES’an vê dîrokê tine bikin.”

(zt)