Ji şivantiyê ber bi rêveberiya Dibistanê ve

09:01

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN - Leyla Necar diyar kir ku ew bi Şoreşa Rojava re ji jêr desthilatiya mêran xilas bûne, ji şivantiyê berê xwe da fêrbûna zimanê Kurdî û niha jî bûye rêvebira dibistanê.
Leyla Necar (33) ji Kantona Efrînê ye. Leyla jî ji şoreşa Rojavayê Kurdistanê hêz û vîneke mezin girtiye. Leyla Necar a ku berê şivantî dikir, niha bi vîn û azweriya xwe bûye rêvebira dibistana Eşkan a li gundê Eşkan ser bi navçeya Cindiresê.

Leyla bilêv kir ku divê jin di ferqa hêza xwe debe û wiha domand: "Jin hertim xwedî hêz bû, lê ji ber jêr destiya mêran de bû, nedikarî xuliqkarî û hêza xwe derxîne. Ji jinê re hurmet nedihate nîşandayîn. Di bin navê kevneşopiyan de zext dihate kirin. Lê bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jinê di tevahiya qadan de îmkanê ku hebûna xwe diyar bike, bi dest xist."

Leyla tiştên ku beriya şoreşê dijiya anî ziman: "Jiyana min bi zextan dagirtî bû. Hertim zilamên malê ji min re digotin ku tu tenê ji malê re yî û bizewice." Leyla bi şoreşê re îmkan dibîne ku xwesteka xwe ya herî mezin pêk bîne û bi vê hedefê fêrî zimanê Kurdî bû. Leyla beriya wê nexwendibû û bi karê şivantiyê re mijûl dibû.

Leyla xwendin û nivîsandin nedizanî, bi fêrbûna zimanê Kurdî re xwe pêş xist û di asta rêveberiya dibistanê de erk girtiye. Leyla ji bo hewildan û xwestekên xwe yên di aliyê ziman de pêşketinê wiha berdewam kir: "Min beriya ku fêrî xwendinê bibim, pir zehmetî dikişand. Min nedikarî biçim duktor an jî bi serê xwe karekê bikim. Bi şoreşê re ez yekem jin bûm ku tevlî perwerdeya ziman bûm. Ji ber min dizanî ku bêziman mirov ji dîrok û pêşeroja xwe qut e."

'Min ew tirsa di hundirê min de çandibûn şikand'

Leyla da zanîn ku bi destpêkirina karê mamostetiyê re ew xwe xurt dibîne û wiha axivî: "Min xwe ji wan ferasetên ku jin piçûk û bêhêz didîtin xilas kir. Dihate gotin ku jin nabe ji malê derkeve. Ez gihîştime wê astê ku bixwe fêm bikim çi ji bo civaka me nebaş û çi baş e. Min tirsa ku di hundirê min de çandibûn şikand û min êşa jinê ya kûr bi felsefeya Rêber Apo fêm kir. Ev bi du mehan tevlî akademiya ziman bûm. Ev perwerde du mehan dirêj kir. Di serî de malbata min qebûl nedikirin ku ez ji malê dûr bikevim, ez li beramberî wan sekinîm. Min di akademiyê de perwerdeyên derbarê civak û jinê de jî dîtin û ez gihîştim rastiya xwe. Ez bi hêvî me her jinek rola jinê di jiyanê de û hêza xwe bihese, çi di hundirê malê, çi jî li derve. Divê guh nede kevneşopiyên zayendperest."

'Azadî bê jinê negengaze'

Leyla wiha berdewam kir: "Jin wê bi rêxistinbûnê bikaribe ku li dijî zihniyeta kevneşop bibe hêza guhertin û veguhertina civakê. Ez ji jinan dixwazim ku tirsa li ser xwe bavêjin û di firkir û jiyanê de xwe ji bendên desthilatiyê azad bikin. herwiha jin li mala xwe nerûnên. Bi taybet jî fêrî zimanê dayîkê bibin û li ser vê bingehê jî xebat bikin. Ji ber ez di wê baweriyê de me ku azadî bê jinê nabe"

(cg/zt)