Fatma bi firotina kincên kevin debara xwe dike
09:02
Fîdan Rêzan/JINHA
EFRÎN - Fatma Mihemed dayika 8 zarokan, piştî ku zarokên wê mezin dibin, dizewicin hemu ji gel diçin û wê bi tenê dihêlin. Fatma niha bi firotina cilên kevin debara xwe dike.
Fatma Mihemed a 60 salî ku dayika 8 zarokan e, ji gundê Xelîka a ser bi navçeya Bilbilê ya Kantona Efrînê ye. Fatma beriya 7 salan hevserê xwe ji dest daye. ji ber zarokên wê jî zewicîne û mala xwe cihê kirine bi tena serê xwe dijî û bi firotina cilên kevin debara xwe dike. Fatma ji aliyekê ve rewşa zehmet a li Kantonê dide berçav, ji aliyê din hewl dide destê xwe bi tayeke saxlem ve bigre û wiha jî bikaribe xwe li ser lingan bigire. Bîranînê wê bi zarokên wê re jê re giran tê. Ji ber di nav zehmetî û zoriyan de wan xwedî kirbû, lê niha di nav tenêtiyê de hatiye hiştin.
Fatma diyar kir ku cîran û kesên derdor cilên xwe yên kevin ku nema li xwe dikin, didin wê û ew jî wan li sûkê diforşe û wiha dimand: "Beriya 7 salan hevserê min jiyana xwe ji dest da, zarokên min ez bi tenê hiştim. Zewicîn û terka min kirin. Ez bi şev û roj li ber zarokên xwe geriyam. Min ew bi zorî mezin kirin, lê paşê ku temenê wan gihîşt 18-19'an yek bi yek ez hiştim û çûn. Di aliyekê de ez kêfxweş dibin ku her yek ji wan çûye ber bi jiyana xwe ve, lê di aliyê din de ev ne çanda kurdan e ku zarok dest ji dayik û bavên xwe biqerin. Ev yek min xemgîn dike."
Fatma ruxmî nexweşiyên ku dibîne jî dest ji têkoşîna jiyanê ber nade û bi alîkariya cîran û derdorên xwe, ji ber nikare kareke giran jî bike, her roj cilên kevin difiroşe. Fatma derheqê zarokên xwe de doz vekiriye û tîne ziman ku ew ji zarokên xwe dewa mafê xwe dike ku çima ew bi tenê hiştine. Fatma ji saziyên alîkariyê jî dixwaze ku xwedî li jin û zilamên temen-mezin derkevin û nehêlin ku ew di nav rewşeke zehmet de bijîn.
(en/zt)