Dewletê dest danî ser Damlaya ku felç bûye!
09:34
Fîlîz Zeyrek/JINHA
EDENE-Damla Yildiz ya di temenê biçûk de bi guleya ku îsabetê bedena wê kir û pê felç bû û salek berê jî bavê xwe winda kir, dewleta ku sê mehan carê maeş didayê birîn. Damla Yildiz bi firotina pênûs û selpakan debara xwe dike. Damlayê diyar kir ku li otogara ku dixebite rastî îstismara zayendî tê û tevî hemû neyîniyan berxwe dide.
Damla Yildiz ya 26 salî li taxa Yenîce ya Tarsûs a Mersînê dijîn. Di temenê biçûk de bi îsabetkirina guleya li bedena wê ket jiyana wê tarî bû. Damlaya ku ji mil xwe yê rastî û aliyê rastê yê serê xwe felc bû bi salan hat dermankirin lê nehat lê rehet nebû. Ji ber vê bûyerê neçû dibistanê jî. Ji ber aboriyê nekare bê dermankirin. Damla ev 10 sale li otogarê pênûs û selpakê difroşe. Dewleta ku meaşa 3 mehan carê didayê piştî wefata bavê wê birîn. Damlayê got: “Ji ber hinek pere da dayika min ya min birîn. Ez maeşa xwe dîsa xwazim.”
Damlayê diyar kir ku maeşa bavê min tenê têrî dermanên dayika min dikin û got: “Xwişk û birayên min hene. Dewletê berê sê mehan carê maeş didan min. Lê ev saleke nade. Piştî bavê min mir, ji ber maeş dan dayika min ya min birîn. Ew jî têrî me nake. Ma wisa hêsane ku mirov di tengasiyê de bê hişatin. Ya ku kirine ne nêzîkatiyek mirovahiye.
Damlayê diyar kir ku li otogarê dixebite û pir caran rastî tacîza devkî hatiye û nêrîna mêran min gelek nerehet dike.
(mg\hu)