Bêrîvanên Colemêrgê qedexeyan nas nakin
09:52
Zeynep Durgut/JINHA
COLEMÊRG - Gundê Îde ê ku ji aliyê dewletê ve di salên 80’an de hatî vala kirin niha cihê bêrivaniyê ye. Bêrîvanên gundên Colemêrgê qedexeyan nasnakin û bêrîvaniyê berdewam dikin.
Gundê Îdê yê ku di salên 80’an de ji ber politikayên dewletê yên koçberiya gundan ber bi bajaran ve hati valakirin niha cihê bêrîvaniya gundên derdorêye. Bêrîvanên gundên derdorî gundê Îdê bi roniya serê sibê re li ser linganin. Tevahiya rojê bêrîvan li derdora cihê bêriyê diminin. Bêrîvan li ber sîbera keviya berfê rudinin heya pez tê ser bêriyê.
Jina bi navê Amina Kaya diyar kir ku ew bi keyfxweşî bêrivaniyê dikin û wiha axivi; ”Em heya ji gundek din tên ser gundê xwe em pir zehmetiyê dikşinin. Gundê me di salên 80’an de hat vala kirin, me koçî gundek dinkir, lê dîsa jî me axa xwe warê xwe terik nekir. Em niha tên li vir bêrivaniyê dikin, hem em bi dotina bizinan debara xwe dikin hem jî em berîvaniyê wekî karek pîroz dibînîn. Em pir diwestin zehmetiyê dikşînîn, lê em êşên xwe zehmetiyên ku em dikşînîn bi stranên em hevre dibêjin jibir dikin. Niha zozanên me tên bombebaran kirin em nikarin pazê xwe biçerînin. Em dixwazin bê tirs û azad bêrivanîyê bikîn ”
‘Em zozanên xwe terik nakîn’
Sînem Arar jî anî ziman ku niha dewletê zozanên wan qedexe kirine û got: ”Em bi rastî pir zehmetiyan dikşînîn lê dîsa jî karê me xweşe. Em bi keda xwe debara mala xwe dikin, serê sibê biberbanga sibehê re em radibîn tên nav pazî. Em ji gundek din tên ser gundê xwe bêrîvaniyê dikîn. Niha jî gelek zozan hatine qedexe kirin kes nikare biçe zozanan. Heftiya derbasbuyî li gundê aşûtê şivanek ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetil kirin. sucê şivan ji ber karê xwe dikir. Her roj zozanên me warên me tên bombebarankirin, lê her ew çiqas qedexe bikin jî bomberan bikin jî em zozanên xwe terik nakin. Emê ser axa xwe her tim bêrîvaniyê û şivaniyê bikîn.”
(zt)