Hesenê biçûk nikarere wek hevalên xwe bilîze
09:02
Fîdan Rêzan-JINHA
EFRÎN - Dorpêça li ser Kantona Efrînê rê li ber pirsgirêkên nedîtina derman vedike û ev jî ji ber ve jî nexweşî giran dibin. Zarokê bi navê Hesen Elî ku divê ji gurçika xwe emeliyat bibe, çavên wî li benda destên alîkariyê ye.
Hesen Elî yê 9 salî, ji gundê Babîs yê girêdayî navçeya Hirêtan yêi Helebê ye. Hesen bi malbata xwe re koçber bûye û niha li kampa Rûbar dimîne. Hesen di zarokatiya xwe de bi nexweşiya giran dikeve û ji ber vê sedemê ji hevalên xwe dimîne, nekare wek hevalên xwe bilîze. Ew nikare bireve, bilîze û bi rehetî hereket bike. Ew li benda alîkariyê ye ku bikaribe bigihêje tendûrustiya xwe û wek hevalên xwe tevbigere.
Kantona Efrînê ku li jêr di dorpêçeke giran de ye, koçberên herêmê ji bo ewlehiya canê xwe berê xwe didin wir. Heya niha bi sedhezaran koçber li Kantonê bi cih bûne. Lê belê ligel derfetên kêm yên jiyanî, herî zêdet jî kêmbûna derfetên tedûrustiyê û dermanan niştecihên kampê dixîne zehmetiyê. Dayika Hesen Elî, Xedîce Xalid diyar kir dema kurê wê piçûk bû, dema bi zarokan re dilîst xwîn ji pozê wî dihat û li ser çermê wî jî hin lekeyên bi rengê qehweyî derdiketin. Hesen dibin nexweşxaneyê û doktor dibêjin gurçika wî îflas kiriye. Paşê wî radikin nexweşxaniya Şamê û heya 2 mehan li wir bi dermanên kîmyewî hate dermankirin, lê belê Hesen baş nabe.
‘Divê gurçik jê re bê dîtin’
Dayika wî Xedîce Xalid wiha berdewam kir: “Ji ber derfetên madî, me nekarî gurçikekê ji Hesen re peyda bikin. Tenê em bi dermanan êşa kêm dikin. Şerê li Sûriyê qewimî, mala me wêran kir. Em neçar man ji Helebê derkevin û berê xwe bidin Kantona Efrînê. Me hewl da li kampê hin îmkanan ji bo Hesen peyda bikin. Lê doktorên nexweşxaneya Efrînê jî gotin heya ku gurçikek jê re neyê dîtîn, dê nikaribe wek hevalên xwe be.”
Xedîce Xalid ji nexweşiya kurê xwe pir xemgîn e û hestên xwe wiha tîne ziman: “Em dîsa mecbûr man ku dermanên kîmyewî bikar bînin. Her 20 rojan carekê em derman didinê. Jixwe derman li vir tune ye. Bi hezar zehmetiyan ji Helebê tên. Birayê wî yê 16 salî li derve kar dike. Ji bo bikaribe dermanên
Hesen bikire. Dixwazim kurê min baş bibe, bi hevalên xwe re bilîze. Ez çûm Desteya Karûbarên Koçberan. Lêgotin Kanton li jêr dorpêçê de ye û derfetên wan tine.” Xedîceyê bang li rêxistin û şexsiyetan kir ku alîkairyê bidin kurê wê.
(lç/ hu)