'Dixwazim demildest biçim cem melekên başiyê’

09:10

Fîlîz Zeyrek/JINHA

EDENE-Jinên Rojava yên ji ber sedema êrîşên DAIŞ’ê ji Kobanê koçî Edenê kirin, zilma li Tirkiyeyê tê jiyîn dişibînin ya DAIŞ’ê. Jinan diyar kirin ku ew dixwazin demildest vegerin ser xaka xwe û gotin ew dixwazin demildest biçin cem şervanên YPJ û YPG’ê yanî melekên başiyê.

Jinên Rojava ji bo zarokên xwe ji zilman DAIŞ’ê rizgar bikin hatin Tirkiyeyê zehmetiyên ku dikişînin vegotin. Jina bi navê Semra Şêxo (55) got zilma li Tirkiyeyê dişibe ya DAIŞ’ê û wiha got: “Salekî polîsan bi ser mala min de girtin û kurê min yê bavê du zarokan bi hinceta beşdarî çalakiyê bûye binçavkirin û girtin. Bi mehan bê sûc di girtîgehê d eye. Ji bo hevdîtinê em îşkenceyên cuda dibînin. Ji dewleta ku DAIŞ bi ser me de anîn, merhemet payîn çiqas raste gelo.”

'Ger YPG/YPJ tinebûna wê me rojên dijwar derbas bikira’

Semrayê bi lêv kir ku beriya DAIŞ êrîş bike li Kobanê jiyanek wan hebûye û got: “Jiyanek me ya xweş hebû. Lê çete hatin û em neçar man xwe biparêzin. Destpêkê me nekarî parastina xwe bikin û piştre ciwanên me YPG û YPJ’ê parastina me kir. Bi têkoşînek mezin di rojeva cîhanê de runiştin. Keça min jî di YPJ’ê de cih digirt. Şehîd ket. Di malbata min de 5 şehîd hene. Bi dehan ciwanên me niha li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin. Ger ciwanên me tinebûna meyê rojên dijwar derbas bikira. Em vê fedekariyê ti car jibîr nakin.

'Em li Tirkiyeyên rojên xerab dijîn’

Semrayê di berdewamiya axaftina xwe de got ji bo parastina zarokên xwe neçar mane koçî bajarên Tirkiyeyê bikin û wiha berdewam kir: “Lê dewleta Tirk zilmê li me dike. Ji roja em hatine vir em rojên ne baş dijîn. Me li dijî zehmetiyan têkoşîya. Hîna jî didome. nêzîkatiya mirovên li vir qet ne başe. Destpêkê baş bû lê piştî hejmar zêde bû bertekên wan zêde bûn. Kurdan ji me re hembêza xwe vekir.dewlet nebû alîkar. Ji xwe Tirkiyeyê DAIŞ bi ser me de anî.”

‘Kenê hevalan têrî her tiştî dike’

Semrayê got ji dewletê alîkariyê napê û lê got bila kurê wê demildest bê berdan. Semrayê wiha berdewam kir: “Ji ber girtina kurê xwe em nekarin biçin Rojava. Zarokên min li ser erdan dixebitin. Kirê pir bûhane. Em di dîtina xaniyan de zehmetiyan dikişînin. Niha du bûkên min li cem min. Em 18 kes li cem hev dijîn. Ji ber şer belkî jiyan zehmet be lê kenê hevalan têrî her tiştî dike.”

'Em dixwazin vegerin xaka xwe’
Jina bi navê Întîzar Bazo jî diyar kir ku hevjînê wî mal terk kiriye û bi sê zarokên xwe re tenê maye û got: “Hevjînê min ji xwe re zewiciye. Ez jî li cem xwesuya xwe dimînim. Rewşa me qet ne başe. Zaroka min biçûke ji ber wê nekarim bixebitim. Em ji ber DAIŞ’ê hatin, lê em li vir jî zilmê dibînin. Em dixwazin vegerin xaka xwe. Heval gelek başin. Ew melekên başiyê ne. Ez dixwazim zarokên xwe li wir mezin bikim.”

(mg\hu)