Jin li Çiyayê Şengalê jiyana xwezayî didomîne
09:53
Xensê Xidir/Jinha
ŞENGAL- Jinên Êzidî li ser axa xwe ya pîroz jiyanek xwezayî didomîne. Ligel hemû zor û zehmetiyan dîsa jî jin bi çêkirina tenûrên nan û kişandina avê ji kaniyan û karê çandiniyê li hember hemu pergalên desthilatdar li berxwe didin. Jinên Êzîdî der barê jiyana xwe de wiha dibêjin: “Berxwedanî ne tenê ewe ku tu çek hilgirî û dijmin bikujî. Ya giring ewe ku tu fikrên wan yên qirêj bikûjî. Ji welat û bîr û baweriya ,xwe dûrneketin bersivdayina herî mezine ji bo qutkirina hêviyên dijmin.”
Li Çiyayê Şengalê jinên Êzidî bi her awayî li berxwe dide û bîr û baweriyên xwe yên kevn bernadin. Jinan piştî fermana 03.08.2014’an di her alî de xwe rêxistin kir û hember dijmin netewand. Ji bo ji axa xwe dûrnekevin hemû zor û zehmetiyên li ber çavan derbas dike. Dîsa bixwezayî jiyan kirin bersiva herî mezine ji bo dijmin. Ji ber ku dijmin dixwaze civakan ji bîr û baweriyên wan dûr bixe. Jixwe Êzdatî baweriyekî xwezayî ye û bingeha xwe ji civaka xwezayî digre. Jinên Êzîdî ji bi jiyana xwezayî xwedîderketinê re parastina xwebaweriyaxwe dikin.
Der barê jiyana jinê bi xwezayê re jina bi navê Hûrê Xwedê axivî û got: “Dema mirov li dîrokê binêren ji berî de jin bixwezayê re jiyan dikir. Wê bi xwe jî çandinî pêşxistiye. Em li vir bi wî hestê berî hezaran salane jinê pê jiyan dikir nû dikin. Em bi çêkirina tenûrên nan û kişandina avê ji kaniyan jiyana xwe derbaz dikin. Jin ji tunebûnê hebûnê ava dike, ev rastiyek li ber çave. Jiyan bi hêviyan dewam dike. Hêviya min ji hemu jinan heye ti carî hêviyên xwe qut nekin û ji tunebunê jiyanê biafirînin, ji ber ku ev rastiya jinê ye. Bê jinê jiyan bi rêve naçe.”
Jina bi navê Edlan Xêro axivî û got: “Em li Şengalê jiyanek xwezayî û gelek xweş diborînin. Em bi deste xwe tenûrên xwe yên nan çêdikin. Ji bo zarokên xwe nandipêjin. Dema av ji me re pêwîst be em kerên xwe dibin û diçin ji Kaniyê avê tînin. Em pez jî xwedî dikin ji bo debarên jiyanê. Divê dawiyê de ji ber ku hewa germ bûye û dema çandiniyêye ku malê wan nêzîkî avê bin çandiniyê jî dikin. Ev kar jî piranî jin dikin. ji ber ku jin bixwezay êve gelek girêdayî ye. Ev girêdana jinê bixwezayê re dide nişandan. Li ser axa xwe mayîn û bi xwezayê re jiyan kirin bixweşikandina dijmin e. Daxwaza min ji hemû jinan heye li welatê xwe û rastiya jinê xwedî derkevin.”
Jinên Êzidî piştî fermana 03.08.2014’an ji hemû aliyan ve xwe birêxistin dikin. ji bo pêşî li fermanan bigirin û tolhildana keç û jinên ketine destêdijmin, bigirin.Ji dîrokê de jin bi xwezayê ve gelek girêdayî ye, nihajî li dîroka xwe vedigere.
(hu)