Li Şengalê dîroka jinê bi teşiyê nû dibe

11:37

XensE Xidir-Îlham Hecî/JINHA

ŞENGAL -Dayikên Şengalê dîrokê nûjen dikin. Jin li Şengalê teşiyê dirêse û bi xwezayê re jiyan dike. Dayika bi navê Gozê Biro diyar dike ku gelek tiştên ji me re pêwistbû bi destê xwe çêdikir û wisa jiyan pir xweş bû. Ez dixwazim rojên berê jiyan bikim.

Dayîkên Şengalê bixwediderketina rê û rêsmên xwe jiyana xwezayî diparêzin. Dayikan milekî de ji bo debara jiyana xwe bikin pezxwedî dikin aliyê din de jî bihirîyên pez teşiyê diresîn. Piştî fermanê dayikan ji bo jiyana xwe ava bikin rê û rêsmên xwe yên civakî didin jiyankirin. Dayika bi navê Gozê Biro ji me re axivî û got: “Min di 17 saliya xwe de dest bi karê teşiyê kir. Min pir ji teşiyê hez dikir. Me ji teşiyê û tevnê xwoçkê(kulav) şivana, werîs û qetik çêdikir. Karê teşiyê wisaye. Karê jinê pez, zarok xwedankirin, çandinî û debara jiyanê kirine. Jin jiyanê diafrîne. Jiyan bi jinê tê avakirin. Em jî wek jinên Êzîdî bi xwedîderketina tiştên ku me ji meznên xwe fêr bûne jiyana xwe didomînin.”

Dayika Gozê ku ligel temenê xwe dev ji karê tejî bernade wiha got: “Zarok ji min re dibêjin bes e, tu pîr bûye, qeweta te nemaye neke jî ez pir ji vî karî hez dikim. Ez pê re nawestim. Gelek kêfa min ji karê teşiyê tê. Mirov tiştek hez bike û bike jê re giran û westandin çênake. Ev dîroka me ye. Bi van rê û rêsmên xwe em jiyana xwe ya xwezayî diparêzin.”

(hu)