'Em naxwazîn li zozanên me dengê balafirên şer bê'
09:04
Zeynep Durgut/JINHA
COLEMÊRG - Jinên li gundê Îde Berîvaniyê diyar kirin ku ew naxwazin dengê balefirên şer li zozanên wan bên bihîstin.
Gundê Îde yê di salên 80'an de ji ber polîtikayên dewletê yên koçberiya gundan ber bi bajaran ve hatî valakirin niha buye cihê bêrîvaniyê. Jinên gund bi bêrivaniyê hem debara mala xwe dikin, hem jî bi hev re jiyana xwezayiya gundan berdewam dikin. Bêrîvan tevahiya rojê bi hev re di nava xwezayê denin, hemû pêdiviyên xwe ji xwezayê dabîn dikin. Lê dengê balefirên şer û bombebaranan aramiya wan xiradike. Ji bo wê jî bêrîvan ji dengê çekan û balefiran bigazindin.
Bêrîvana bi navê Meryem Erçag anî ziman ku ew dixwazin êdî mirin çênebin û wiha axivi; "Em naxwazin êdî li Kurdistanê mirin çê bibin. Heya niha dewletê li ser me gelek komkujî pêk anîn, me bi çavên xwe gelek dîtin. Em dixwazin êdî gava em diçin zozanên xwe, bi tirsa mirinê neçîn. Niha zozanên me jî tên bombebaran kirin. Her deverên Kurdistanê tên bomberan kirin. Ew dixwazin em axa xwe terik bikîn, lê em li virin axa xwe jî tu car terik nakîn. Gava em agahiyên mirinan digirîn em pir xemgîn dibîn. Ji ber ku mirovahî tê kuştin kijan wijdan dê vê yekê qebûl bike. Em naxwazin şer çê bibin em dixwazin êdî aşitî bê êdî bila ev xwîne bê rawastandin."
'Êdî em naxwazîn dengê şer bibihîzîn'
Şûkran Duran destnîşan kir ku dewletê her dever qedexe kirîne û got ku ev sîyaseta niha tê meşandin dibe sedema mirinan û wiha got: "Em her roj agahiyên mirinan digirîn. Em pir hestiyar dibîn, divê ev mirin bên rawestandin. Em kuştinan komkujiyan naxwazîn, bila êdî aramî bê em dixwazin bi çavên xwe êdî aşitiyê bibînîn. bila ev qedexe jî êdî bên rakirin em di zozanên xwe de nikarin tiştekî bikîn. Her roj li ser serê me dengê balafirên şer tê êdî em naxwazin dengê şer bibihîzîn."
'Em her çiqas zehmetiyan bikişînin jî dîsa xemsar nînîn'
Neslîhan Çîfçî ji da zanîn ku ew bi rehetî nikarin bêrîvaniyê bikin û wiha domand; "Em li ser gundan hatîn koçber kirin, niha li vir li hemberî hemû zehmetiyan têdikoşîn. Jiyana me pir zehmete lê dîsa jî em bi hatina vêderê keyfxweş dibîn. Niha gelek êş tên jiyan kirin xwîn diherike mirov dimirin pir zehmete."
Neslîhan diyar kir ku bêrîvanî çavkaniya debara wane û wiha dom kir: "Em bi bêrîvaniyê debara xwe dikîn, lê zehmete ji ber ku her roj li cihekî agahiyên mirinê tên. Zarokên me tên kuştin em mirinên zarokên xwe pêşwazî dikîn, lê dîsa jî jiyan berdewam dike. Bila êdî komkujî û mirin çêne bin em dixwazin aşitî û aramî bê warên me."
(zt)