'Ez dikarim ser axa xwe jiyana xwe berdewam bikim'

10:43

Bêrîtan Elyakut / JINHA

RIHA - Gundiyên gundê Baba yê giredayî navçeya Girê Sor dabara xwe bi sewalvaniyê dikin. Di meha insane de ji ber gundî nikarin dabara xwe bikin dest bi karkeriya demsalî dikin. Remziye Yaşar diyar kir ku her çiqas teknolojî zêde dibe têkiliyên mirovî diqedin û got: “Ez îsal naçim karkeriya demsalê. Ez dikarim bi şeklekî li ser axa xwe jiyana xwe dombikim. Berê em bêhtir keyfxweştir bûn. Îro hemû kes ketiyê nava wan qutiyên xaniyan û demên xwe dikujin. Em êdî nikarin êşa xwe parbikin.

Remziye Yaşar ev 15 sale li gundê Bab a giredayî navçeya Girê Sor jiyan dike got ku ji dema hetiya gund ve ew genim di çînin û bi sewalvaniyê re mijul dibe. Remziye yê diyar kir ku hertim li gundê wan av û ceyran tê qutkirin û ew ji malên din avê dikşîne û wiha berdewam kir: “Em jin gelek zehmetiyê dikşînin. Piştî genim çandiniyê em dest bi komkirina genim dikin. Jin li sawelan jî meyzê dike. Jin li bajaran û li gundan jî hertim zehmetiyê dikêşin.”

'Ji bo aborî em diçin karê demsalî’

Remziye yê anî ziman ku ji bo ku axa wan zuwaye hemû kes neçar dîmine sewalan xweyî bikin. Remziye yê destnîşan kir ku ji neçarî gundî diçin karê demsalî û wiha axaftina dom kir: “Em sewalvaniyê dikin lê bes em ji aliyê aborî ve gelek zehmetiyan dikşînin. Ji bo wê em diçin komkirina findiq û pembû yan. Mirov karebê li ser axa xwe tiştek bike hestek pir xweşe. Em li aliyê tirkiyê bi pereyekî hindik tên xebitandin û em berdêlê keda destê xwe nastînin.

'Ez dikarim li ser axa xwe jiyana xwe berdewam bikim’

Remziye yê diyar kir ku ew salê 5-6 mihan li dora Manîsa, Izmîr û Aydinê karkeriya demsalê dikin û wiha direjî da axaftina xwe: “Em bi keda destê xwe di xebitin. Li nav kar heya êvarî bê sekin em dixebitin û ji bo wê jî hertim pişta min dêşe. Hemû karkerên Tirkiyê bê ewlehine û em li bajarên Tirkiyê bê ewlêhî dixebitîn. Karê çandiniyê pir zehmete. Dema tu tevrik li derhika bixê hemû keda te vala dice. Piştî va zehmêtiyan em berhemê keda destê xwe nastînin. Ez îsal naçim karê demsaliyê. Dibe ku hevjinê min biçe lê ez naxwazim wan zehmetiyan carekdin bikşîn im. Ez dikarim bi şeklekî li ser axa xwe jiyana xwe berdewam bikim.

'Li gunda hîn jî rihê hevparbûnê heye’

Remziye yê da zanî ku her çiqas teknolojî pêşdikeve mirov hepsî xaniyan dibin û li gundan jî ew ji dilî nemaye. Remziye yê got ku berê jin digihîştin hevdu û bi hev re sohbet dikirin û wiha axaftina xwe berbi dawî bir: “Em berê keyfxweştirbûn û me êşa xwe bi hev re pardikirin. Niha hemû kes di nava xaniyan de demê xwe vale derbas dikin. Êdî em nikarin êşên xwe jî parbikin. Em jin li nav zeviyan sohbet dikin. Tenê li vir genim çêdibe, dema em genim kom dikin jî em zehmetiyê dikşînin. Teknolojiyê mirov esîr girtiye. Li hember hemû van zehmetiyan hîn jî li gundan rihê hevparbûnê heye. Îro çi min re hewcebe ez dikarim ji cînarên xwe bixwazim. Li gundan jiyana komîn heye û mirovên gundan vê çandê di parêzin.”

(dt/zt)