Li gundên Colemêrgê dema berhevkirina pincar
09:06
Zeynep Durgut/JINHA
COLEMÊRG - Li Gundê Îde jin serê sibehê zû radibin û berê xwe didin zozanan ji bo komkirina pincar. Jin wan pincarên herî bitam ji deverên herî bilind kom dikin, paşê ji bi hev re li ber sohbetan ji bo zivistanê amade dikin.
Li gundê Îde jin berbanga sibê radibin, ji bo komkirina pincar berê xwe didin zozanan. Jinên gund hem bêrîvaniyê dikin hem ji pincarên herî bitam ên weke buk, bîzar û siyaboyê komdikin. Pincarên ku jin ji deverên bilind kom dikin hem ji bo zivistanê dixin bîdonan û dikin bin axê de hem jî difiroşin û bi wê debara mala xwe dikin.
Jina bi Navê Sehîla Çifçî anî ziman ku ew kedek pir mezin didin û wiha axivi; ”Em bi berbanga sibê re radibin berê xwe didin zozanan ji bo komkirina pincar. Ew giyayên em kom dikin li cihên herî bilind şîn dibin. Ji ber wê jî em bi piyan diçin cihên herî bilind giyayên wekî sîyabo, bizar û bûkê kom dikin. Piştî ku em ji giya kom kirinê vedigerin em diçin bêrîvaniyê. Karê em têra xwe zore, lê ji ber em jinên gund hemu bi hev re nin heya êvarî xweş derbas dibe. Em mirovên zozanan nin, ji bo wê jî ger em neçin zozanan em nikarin bijîn. Jiyana me û debara mala me pîranî ser me jinan diçe, ev yeke jî keyfxweşiyê dide me.”
Sehîla wiha qala sudên pincar ji bo tendûristiya mirov jî kir: “Em jin gava diçin giya komkirinê, bi hev re em kom diçin. Her kes nikare bê giya kom bike, hem pir germe hem jî bi piya pir dur û zehmete lê dîsa jî em li vir zehmetiyan nas nakin. Em êdî hinbûne ji ber wê jî, ji bo me wekî karek hêsan tê gava em giya tinin. Em jin bi hev re derdora giya kom dibin û sohbetê dikin, li ber sohbetê re ji em giyayê xwe çêdikin. Em bi hev re giya amade dikin ji bo zivistanê.”
Sehîla ji bo karê çêkirina giya ji wiha got: “Em despêkê giya dikelinîn û dikin qurikan û dikin kaniyên herî sar de ku giya xirab nebe. Ji ber ku zivistanê xwarinên me yên herî bi tam xwarinên ku ji giya tên çêkirine. Giyayê ku em kom dikin ji bo tenduristiya mirov jî pir başe, mirov her tim zîndî dihêle bandora giya li ser tenduristiya mirov pir heye. Em hem bêrîvaniyê dikin, hem jî giya komkirinê dikin. Em zehmetiyan dikşînin lê em keyfxweşin, ji ber em ji her kari bi hev re dikin.”
(zt)