Jiyana komînal ya li Şirnexê di konan de berdewam dike

13:38

JINHA

ŞIRNEX – Gelê Şirnexê ku ji ber ‘qedexeya derketina kolana’ ya ku di 14’ê Adarê de hatî îlan kirin neçar man malên xwe terk bikin û li dervê bajêr di konên ku jiyana komînal avakirinê jiyana xwe berdewam dikin. Gelê Şirnexê diyar kirin ku ewê bi heza xwe ya piştigiriyê dikaribin van rojên nexweş derbas bikin.

Gelê Şirnexê li hember polîtîqayên dewletê yên xirakirin û komkujiyan axa xwe netêrikandin û jiyana xwe di konan de berdewam dikin. Gelê Şirnexê li hember tundiyên dewletê çanda xweya piştgirî û jiyana komînal di konan dê jî berdewam dikin. Gelê Şirnexê bûyêrên ku li Şirnex diqewimin ji serê Çiyayên Cudî di konên vedan de, temeşê dikin. Li hember hemû zehmêtiyan piştgirî didin hevdu. Jina bi navê Bedriye Algûl li gundê Biryanê kon vedayê û xwest ku êrîşên dewletê bi dawî bibin û vegêrin ser axa xwe û wiha got: “Em mafê xwe dixwazin û em ê jib o mafê têbikoşin. Eger em karibin van zehmêtiyan derbasbikin em ê dev ji têkoşîna xwe jî bêrnedin.”

'Em şerê doza xwe dikin’

Bedriye diyar kir ku ew ji dur ve li Şirnexê temeşê dikin û bûne şahidê xirakirina Şirnex û wiha berdwam kir: “ Li Şirnexê hemû zeviyên me dewletê şewitandin, ez dibên zeviyên min lê zeviyên min li Şirnex nînin. Ji bo ku zeviyên ciranên min, yên me hemûyan bûn. Me cîranan hemû tişt bi hevre par dikir tu kes ‘ ne digot ev tişt yê mi ne ev yê te ye.’ Hemû kes ji hev re dibû alîkarî û piştgirî didan hev dû. Tenê em li Şirnex hemû kes jiyana komînal dijîn û ji hevrê dibin alîkar. Eger loqmeyêk nanê hebê em bi ciranan re pardikin. Jiyana me komînalê. Her tiştî em bi hevrê pardikin û em şerê doza xwe didin.”
'Emê birînên xwe bi piştgiriyê bi pêçin’

Bedriye balakişand ser jiyana komînal û piştgiriya a ku di nava konên vedan de û axaftinên xwe wiha dawî bir: “ Dema li Şirnex qedexe bi dawî bû em ê birînên xwe bi piştgiriya hevdû bi pêçin. Em dev ji axa bernadin û me naçin tidevêran. Em axa xwe ji tukesî re nahêlin û me dev ji Şirnex jî bernadin. Heya demleyêk xwîna me heyê em ê li bendê bin ku qedexeya Şirnex bi dawî bibê. Em ê desturê nedin ku dewlet Suriyê yiyan li ser axa me bicin bike.”

(sg-aı/dt)