Giyayê baweriyê Boxîr
09:05
Zahîde Ehmed/JINHA
KOBANÊ- Li her malek ya Kantona Kobanê mirov dikare rastê giyayê Boxîr bê. Ev giyayê ku ji bo xemlê tê bikar anîn, tê gotin ku çavên xirab jî ji malê dûr dixîne. Her wiha ev giya bi destê jinan tên berhev kirin û wek dermanê jî bikar tînin.
Boxîr giyayeke ku li çiya û giran di nav tehtan şîn tê. Jinên Kobanê Boxîr kom dikin û dibêjin ku malê ji çavên xêrnexwaz diparêze. Ev giya li bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê jî pir şîn tê û bi navê Ozalîk tê nasîn.
Jinên gund ji bo giyayê Boxîr dibêjin ku di demên berê de ev giya li perestgehan jî hatiye bikar anîn û dema ku tê şewitandin jî bêhna dûkela wê pir xweş e. Her wiha bêna dûkela wê û xwarina tovên wê jî ji bo laşê mirov û dil baş tê.
Gundê Til Hacib li jêr girekê ye û derdora wê kevir jî hene, lewma cihê şînhatina giyayê Boxîr e. Xanim Mihemed jî ji vî gundî ye û diyar dike ku ew ji demên pir kevin de vî giyayî kom dikin û piranî jî ji bo nexweşiyan dixebitînin. Xanimê wiha qala sûdên giyayê Boxîr dike, "Sûdê vî giya piranî jî ji bo rehetiya beden û kêmkirina hêrsbûnê ye. Carna bijîşk jî tên û van giya ji bo bikaranîna derman bikar tînin."
Ji nişteciha gundê Til Hacib Bedîa Hemê jî giyayê Boxîr ji bo xemla malê bikar tîne. Bedîa tiştên cur be cur çêdike û dibêje ev giya malê ji çavnexêriyê diparêze. Bedîa her wiha tîne ziman ku giyayê Boxîr ji êşa serî re jî bi feydeye.
Fatma Mihemed jî got, "Piranî em rojên Îni yê Boxîr tê şewitandin û malê ji bûyerên xirab û nebaş diparêzin. Giyayê Boxîrê malê paqij dihêle û her wiha li ser mezaran jî tê pêxistin."
(en/rc)