'Ew tên bîra min û her wiha şervana jin ya destê wê hênekirî’
09:07
Sarya Gozuoglu - Aysel Işik / JINHA
ŞIRNEX – Asya Belge ya 90 salî ku di jiyana xwe de her tim li dijî êş û zextan berxwe daye, niha dipê ku qedexeya li Şirnexê rabe û vegere mala xwe. Yên di bîra dayika Asya de mane jî Doktor Baran, Agît Sînan, Adil û şervana jina destê wê hêne kirî…
Li Botanê ev 131 roje pêkanînên rêveberiya teng tê meşandin. Asya Belge ya ku bîranînên nayê jibîrkirin ya têkoşîna azadiyê ya 40 salî vedişêre, tevî temenê xwe yê mezin şervanên azadiyê jibîr nekirine. Her wiha mala xwe, leşkerên ku bi ser gundê wan de girtiye qet jibîr nake.
Ji gund hat koçberkirin
Dayika Asya emrê xwe yê ku nêzî 90’î bûye bi êş û eleman derbas kiriye. Di dawiya sala 1980’ê de ji gundê xwe hat koçbekirin. Asya û malbata xwe li Wanê bi cih dibin. Asyayê di erdhêja 2011’an de mala xwe winda kir û piştre dîsa vedigere Şirnexê. Piştî qedexeya li Şirnexê vê carê koçî Bajaroka Balverena Şirnexê dikin. dayika Asya niha dipê ku qedexe rabe û vegere mala xwe.
'Wek niha dilê wan mezin bû’
Dayika Asya diyar dike ku ew PKK’iyan û îşkece û zextên li gund ji aliyê leşkeran ve dîtiye jibîr nake û got: “Zextên mezin li ser gundê me hebûn. Tevî vê em neditirsiyan. Apoyiyan ji bo gel têkoşîn dimeşand. Hemû ciwan bûn. Dilê wan mezin bû. Me sohbet dikir. Tiştên dizanibûn ji me re digotin.”
‘Gelê Botanê Apoyî hembêz kiribûn’
Dayika Asya di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wan êşên mezin kişandine û got: “Em hatin binçavkirin. Me îşkence dît. Lê dîsa jî me dest ji Apoyiyan berneda. Ez Sînan, Egît û Serdat qet jibîr nakim. Gelê Botanê Apoyî hembêz kiribûn. Me xwe da ser wan. Me gelek ji wan hez dikir.
'Çiqas bihata gund destê xwe hêne dikir’
Dayika Asya bi lêv kir ku ew Şehîd Doktor Baran, Agît, Sînar û Adil jibîr nake û got: “Rojekê Doktor Baran hat. Me elektîrîk girtin. Ruyê wî li ber çavê min e. Sînan kej bû. wê demê tirs tinebû. Jinek Apoyî hebû. Çiqas bihata hêne li destê xwe dikir. Navê wê niha nayê hişê min. “
Asyayê got wan ji dewletê zextên mezin dîtine û got wê kujer winda bikin û wê yên ku azadiyê dixwazin wê qezenc bikin.
(hu)