Li Minbicê gel bi rêxistinbûnê zehmetiyên xwe derbas dike

09:13

Zahîde Ehmed/JINHA

MINBIC- Welatiyên Minbicê ji ber zilm û hovîtiyê DAIŞ'ê koçî cihên bi ewle dibin. Ji Meclîsa Minbicê ya Gel Xesûn Recep got ku wan hemû zehmetî bi rêxistinî derbaskirine û got bi taybet di warê pêşwazîkirina pêdiviyên xwe ên jiyanê ew bi rêxistinî tevgerîne. Xesûnê bi riya ajansê banga piştevaniyê li hemû saziyê navnetewî kir.

Bajarê Minbicê heya berî çend salan bi dewlemendiyê xwe dihat nasîn. Bi dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê re gel mehkûmê hat kirin. Bi destpêkirina hemleyê azadkirina Minbicê re, ji aliyek ve herêm tên azad kirin ji aliyê din ve Meclîsa Gel ya Minbicê xwe bi rêxistin dike û pirsgirêkên civakê hewl çareser dike. Yek ji pirsgirêkên sereke jî pêwîstiyên zadê ne. Meclîsa Gel ya Minbicê bi vekirina firinê û erzan kirina nan re pêdiviyên gel hêsan dike. Li cihên ku firin nebin jî ar li gel tê belav kirin. Gelê Minbicê bi rêxistinbûnê xwe ji birçîbûnê rizgar dike.

Endama Meclîsa Gel ya Minbicê Xesûn Recep da zanîn ku ew wek meclîsa gel ked didin ku pirsgirêkên gel çareserbikin. Xesûnê bilêv kir ku di pirsgirkên ku tên jiyandin de, pêdiviyên zadê li pêşe û wiha got, “Çi ji destê me tê em bi derfetên xwe pirsgirêkan çareser dikin û em deverên ku lê nan tune em ar belav dikin. Me li gelek deveran firin vekir û li deverên ku lê firin nîn me ar belav kir. Heya niha ji derve tu alîkarî nehatiye. Em bi riya ajansa we banga piştevaniyê li hemû saziyên navnetewî dikin.”

(dt/rc)